Piştî berteka bêsîvanan gotin ku 'Ev der cihê we ye' 2017-11-30 16:54:58 RIHA - Piştî agahiyên wekî Bazara Sewalên Zindî ya Rihayê derxistine îhaleyê, bêsîvanan berê xwe da Şaredariya Bajarê Mezin û bertekên xwe anîn ziman. Şaredarî ji bo bertekê gel daxe got ku "Ew der cihê we ye." Li gorî agahiyan Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, li navçeya Eyyubiyeyê Bazara Sewalên Zindî ya derxistiye îhaleyê. Li vê bazarê hezar û 200 kes debara xwe dikin, li ser van agahiyan, bêsîvanên sewalan ketin tevgerê û bi ser şaredariyê de girtin û bertekên xwe anîn ziman   Serokê Komeleya Bazara Sewalên Zindî ya Rihayê Îzzet Çîftçî li vir axaftinek kir, aşkera kir ku şaredariyê gelek caran soz daye wan û ew xapandine û wiha axivî: "Qadên ku sewal lê tên xwedîkirin û tên serjêkirin, bi awayekî ji bo hin kesan îhale kirine.   Çîftçî destnîşan kir ku heke ev qad ji destê wan bê girtin, dê li Rihayê nikaribin tu tiştekî bikin û wiha pê de çû: "Em ê hêj zêdetir bihatana vir, lê gotin ku em ê mudaxaleyê we bikin. Bi çalakiya me re bang li polîsan kirin. Em qasî hezar û 200 esnafin li vir. Ji ber ku di navbera şaredariyên kevin û nû de pirsgirêk heye, me mexdûr dikin. Em xapandin. Gotin bazar a we ye, niha jî derdixin îhaleyê."   Çîftçî da zanîn ku wan der barê mijarê de bi Sekreterya Giştî yê Şaredariyê re hevdîtin kiriye û ji wan re gotine ku 'Xirab fêmkirinek heye. Ew der aydê we e. Em ê îhaleyê paşve bikişînin' û wiha got: "Li ser vê me çalakiya xwe bi dawî kir û em hatin."