4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê: Sûrê dikin qurbana rantê 2017-12-01 12:42:42 STENBOL - "4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê" di pêşengiya Lijneya Koordînasyona Bajêrê Stenbolê ya TMMOB'e de dest pê kir. Wekîlê CHP'ê Alî Şeker da zanîn ku ew berî çend rojan çûye Amedê û aşkera kir ku Sûr kirine qurbana rantê. Di pêşengiya Lijneya Koordînasyona Bajêr a Stenbolê ya Yekitiya Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) de, dê 3 rojan "4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê" bê lidarxistin. Sempozyum li Muzeya Leşkerî a Barbiyeyê dest pê kir. Sempozyuma ku gelek kes beşdar bûn, wekîlên CHP'ê Alî Şeker, û Guler Yedekçî, Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Aysun Gezen, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emîn Koramaz û Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr ê Stenbolê yê TMMOB'ê Cevahîr Efe Akçelîk jî amade bûn.   'SÛRÊ DIKIN QURBANA RANTÊ'   Wekîlê CHP'ê Alî Şeker destnîşan kir ku ew berî çend rojan çûye navçeya Sûrê ya Amedê, aşkera kir ku Sûr kirine qurbana rantê û ev tişt got: "Ev gel ne aliyê vê talanê, mexdûrê wê ye." Şeker da zanîn ku pirsgirêka herî girîng a Stenbolê erdhej e, piştrast kir ku li dijî vê xetereyê tu tevdîr nehatine girtin.   'PARASTINA BAJÊR TÊKOŞÎNA LI DIJÎ OHAL'Ê YE'   Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen jî diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên neo-lîberal mudaxaleyê hemû qadan dikin. Gezen, got ku "Têkiliya di navbera civak û bajar de ne têkiliyeke berjewendiyê ye" û wiha got: "Xwedî derketina gel a mafê bajêr mijareke gelekî girîng e. Mafê bajêr parastin, têkoşîna li dijî OHAL û xwestina demokrasiyê ye."   'CELADÊN DÎROK Û ÇANDÊ LI HOLÊ NE'   Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emîn Koramaz bal kişand ser axaftinên Serokomar Erdogan û da zanîn ku wekî ku 15 sal e Erdogan welat bi rêve nabe, daxuyaniyên ecêb dide û ev tişt anî ziman: "Wekî ku wan ev bajar serobinî nekiriye diaxivin. Îro li Tirkiyeyê celadên çand û dîrokê qad teng kirine. Erdê herî bi nirx ê bajêr ji avahîsaziyê re vekirine û li alîgirên desthilatdariyê belav dikin. Bi preya sêyemîn a wekî serkeftinê didin nîşan re, pêşeroja me girtin bin barimteyê (îpotek). Hêj gelek tişt kirin. We Heskîf bi dînamîtan teqand. Bi rastî jî hûn dixwazin rexnedayînê bidin, li rapora TMMOB'ê mêze bikin."   Koramaz destnîşan kir ku ji bo muxalefetê bitepisînin, OHAL îlan kirine û wiha pê de çû: "Ji bo daxwazên aştiyê bi pêş nekevin akademîsyen, ji bo daxwazên azadiyê bi pêş nekevin rojnameger, ji bo daxwazên wekheviyê neyên bihîstin, êrîşê jinan dikin. Çiqas dixwazin bila bixwazin dê ev gel serî netewîne."   Piştî axaftinan sempozyum bi rûniştina "Bajar û Edaletê" dewam dike.