'Îktîdar dixwaze profîla 'xebatkara îtaatkar' çê bike' 2017-12-02 09:38:48 ENQERE- Sekretara Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku îktîdara siyasî di qada jîngeha kedê de dixwaze profîleke 'xebatkarên îtaatkar' çê bike. Atasoy got ku îktîdar dixwaze vê yekê bi jinan bide destpêkirin û berbelavkirin. Atasoy diyar kir ku di her cure rêbaza lêgerîna mafan de, jin bêtir bi zext û zoriyan û gefan re rû bi rû dimînin.  Jinên ku nêviyê gelheyê pêk tînin û di warê hêza kar de ji sisyan yekê pêk tînin, li tevahiya cîhanê di warê qada jîngehê de bi şideta fizîkî û derûnî, mobbîng û êrîşên zayendiyî re rû bi rû dimînin. Li Tirkiyeyê rêjeya beşdarbûyîna jinan a ji bo hêza kariyî ji sedî 31,5 lê belê ji ber sererastkirinên newekhev ên di qada jîngehê de jin bi cudaparêzî û mobbîngê re rû bi rû dimînin. Li Tirkiyeya ku hîn jî fikra "qada cemaweriyê aîdî mêran e" serdest e, di qada jîngehê de herî zêde jin bi pirsgirêkên wek; ketina kar (teqawidbûnî û berhêlîkirina ji bo hin karan), şert û mercên xebatê (heqdest, destûr û mafên civakiyî), sûdwergirtina ji perwredehiya pîşeyî û taciza zayendiyî ya li kargehan rû bi rû dimînin.    Sekreta Jin a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Gulîstan Atasoy, anî ziman ku sepandinên mobbîngê yên herî zêde di sektora taybet de xwe didin der, di dema îktîdara AKP'ê de ev yek di cemaweriyê de veguheriye amûra çewisandinê. Atasoy sedemên çewisandin û şideta ku jin di qada jîngehê de bi wan re rû bi rû dimînin wiha rêz kir: "Bi taybetî di giştînameya Serokwezîrtiyê ku di sala 2011'an hat derxistin de hin îfadeyên der barê têkoşîna li hemberî mobbîngê de cih girtin, lê belê ji ber sererastkirinên teqabûlî van îfadeyan dikin nehatin kirin, polîtîkayeke ku li gor perspektîfa wekheviya zayendî pêş neket, ev yek di jîngeha kedê ya jinan de bû sedema her cure şidet, çewisandin û mobbîngê."    'EM BI ÎKTÎDAREKE ZAYENDÎPARÊZ RE RÛ BI RÛ NE'    Atasoy, diyar kir ku dema jin li hemberî sepandinên mobbîngî û cudaparêziyê dertên, bi polîtîkayên devjêberdan û tenêhiştinê re rû bi rû dimînin. Atasoy dest nîşan kir ku rêbazên lêgerîna mafan a jinan ji aliyê îktîdarê ve tê astengkirin û wiha got: "Îktîdara siyasî bi temamî dixwaze profîleke xebatê ya îtaatkar çê bike û dixwaze vê yekê jî ji jinan bide destpêkirin û berbelavkirin. Feraseta AKP'yê birêvebirina cemaweriyê rêbaza çewisandin û mobbîngê ye. Rêbazên gefên sirgûnê, lêpirsîn û cezayên edlî û îdarî, tepisandin û devjêberdana lêgerîna ji bo mafan dixe dewrê."    Atasoy, dest nîşan kir ku bi OHAL'ê re êrîşên li hemberî destketinên jinan zêde bûne û ev tişt got: "Em bi îktîdareke xwedî feraseta zayendîparêz ku keda jinê bêqîmet dike, rêxistinbûyîna wê tehdît dike re rû bi rû ne. Girîngiya têkoşîna rêxistinbûyînê di vê serdemê de derdikeve holê."