1851 karker mirin 2017-12-02 18:24:26 STENBOL - Endamên Meclîsa ÎSÎG'ê çalakiya karkerên KESK'ê yên hatin îxrackirin ziyaret kirin û diyar kirin ku di meha mijdarê de 170 karker mirin. ÎSÎG'ê diyar kir ku di 11 mehên 2017'an de 1851 karker mirin.  Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSİGM), karkerên KESK'ê yên ku ji kar hatin dûrxistin û 41 heftene li Altiyol a Kadikoyê di çalakiyê dene ziyaret kir. Di çalakiyêde pankarta "OHAL; qedexeya grevê, betalî, xizanî, cinayet e" vekirin û dirûşmeyên "Em naxwazin di cînayetên kar de bên kuştin" berz kirin. Meclîsa ÎSÎG'ê di ziyareta karkeran de rapora meha mijdarê bi raya giştî re parve kir.    HERÎ KÊM 1851 KARKER  İŞÇİ'   Endamê ÎSÎG'ê Tarik Yuce, diyar kir ku di meha mijdarê de 170 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 11 mehên 2017'an de jî herî kêm 1851 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Yuce, anî ziman ku di 15 salên serdema hikûmeta AKP’ê de ji herî kêm 20 hezar karkeran jiyana xwe ji dest daye.    'DI OHAL'Ê DE 2 HEZAR Û 719 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DA   Yuce, destnîşan kir ku di serdema OHAL'ê de ji sedî 10 hêjmara cînayetên kar zêde bûye û wiha got: "Di serdema OHAL'ê de ji sedî 10 cînayetên kar zêde bûn. Di 16 mehên OHAL'ê de 2 hezar û 719 karkeran jiyana xwe ji dest dan.