Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike 2017-12-04 10:16:52 EDENE - Zivistan hat esnafên dixwezin êzing û sobeyan bifroşin, aşkera kirin ku krîza aborî bandoreke xirab li ser aboriya welat dike. Esnafan da zanîn ku buhayê êzingan zêde bûye, gel ji bo xwe germ bike berê xwe dide kapeka daran. Welatiyên Edeneyê li bendê bûn bi zivistanê re karê wan bi pêş bikeve, lê esnafên ku êzing û sobeyan difroşin, ji ber ku kar nakin gelekî tengezar in. Welatiyê bi navê Salih Dogan da zanîn ku ew 15 sal e êzingan difroşe, ji ber ku îsal buhayê êzingan zêde ye, firotan kêm e û zerar dikin.   PERE TUNE GEL DARAN BISTÎNE!   Dogan destnîşan kir ku tona êzingên sobeyê 600 TL ye, lê ji ber ku gel di warê aborî de tengasiyê dikişîne, ev jî bandoeke xirab li ser firotina daran dike. Dogan got ku "Li gorî sala çûyî, îsal kes zêde daran naxwaze" û wiha axivî: "Wekî ku hûn jî dibînin em rûniştî ne. Me roja Yekşemê çend tûrik firot firot, nefirot em wisa disekinin."   JI BO XWE GERM BIKIN KAPEKÊ DIŞEWITÎNIN   Dogan anî ziman ku her roja ku derbas dibe buhatê daran li gorî sala çûyî zêde dibe, ji ber vê jî welatî serî li rêbazên nû didin. Dogan wekî mînak jî kapeka daran da nîşan û da zanîn ku dema buhayê daran zêde bû, gel kapeka daran dişewitîne.   Li gorî agahiyan tona kapeka daran di navbera 300 û 350 TL'yî de diguhere. Ji ber ku buhayê wê jî ji welatiyan re guncav tê, gel berê xwe dide kapeka daran. Welatî bi satilek kapek, 3 saet an jî 4 saetan xwe germ dike.   GEL BERÊ XWE DA SOBEYÊN KEVIN   Çawa esnafên êzingan difroşin tengasiyê dikişînin, esnafên sobeyan difroşin jî tengasiyê dikişînin. Esnafan da zanîn ku gel berê xwe daye sobeyan, herî zêde jî sobeyên kevin distînin û ji xwe debara wan jî têra vê dike.   Şeyhmus Alkan anî ziman ku li gorî taybetmendiyên sobeyan, buhayên wan ji 60 TL'yî heta 350 TL'yî diçe û ev tişt anî ziman: "Dema hewa sar dibe kirîn û firotina sobeyan jî zêde dibe. Min heta niha 100 sobe firotin. Herî zêde welatiyên ji Sûriyeyê hatine û kesên feqîr dikirin. Soneyên kevin buhayên wan nivî nivî ye. Welatî jî zêdetir yên kevin û erzan dikirin. Ji xwe krîz jî heye û welatî nikarin bikirin."