ÎSÎGM: Di 10 mehan de li Tirkiyeyê 1477 karker bûn qurbana qezayên kar 2019-11-04 11:56:36   STENBOL - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora 10 mehên 2019'an a karkerên bûne qurbana cînayetên kar aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎGM'ê li Tirkiyeyê di 10 mehan de 1477 karker bûn qurbana kar.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora 10 mehên 2019'an a karkerên bûne qurbana cînayetên kar aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎGM'ê li Tirkiyeyê di 10 mehan de 1477 karker bûn qurbana kar.  Li gorî raporê di meha Çile de; 159 karker, di Sibatê de; 127 karker, di Adarê de; 114 karker, di Nîsanê de; 153 karker, di Gulanê de; 164 karker, di Hezîranê de; 131 karker, di Tîrmehê de; 178 karker, di Tebaxê de; 149 karker, di Îlonê de; 147 karker û di Cotmehê de jî 155 karker bi giştî di nava 10 mehên 2019'an de li Tirkiyeyê herî kêm 1477 karker bûn qurbana cînayetên kar.