Pisporê budçeyê Konûkman: Tu qîmeta budçeyê nemaye 2019-11-05 09:20:14 ENQERE – Pisporê budçeyê Azîz Konûkman, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsê hat kirin, diyar kir ku di budçeya 2020'an de cih nedane xercaneyên bacê, dev ji bacên ku dê ji sermayeyê bên girtin berdane û got: "Tu qîmeta budçeyê nemaye."  Di budçeya 2020'an de ku berpêşî Meclîsê hat kirin cih nedan xercaneyên ji bo bacê. Aborîzan û pisporê budçeyê Azîz Konûkman, ji bo vê yekê got: "Ez pir meraq dikim wê ev budçeya alîakriya kê bike. Wê alîkariya kîjan komele û weqfan bike? Heta ev neyên zelalkirin meclîs nikare hevdîtinên ji bo budçeyê pêk bîne."    Konûkman, ji bo bacên ku dev ji wan hatine berdan got: "Hûn bi rewşa kesên ku ji bo teqawidbûyînê di pirsgirêka temen de asê mane dizanin. Desteyeke girêdayî serkomariyê rapor amade kir. Ji bo van kesan hesabek kirine. Maliyeta ji bo vê 26 milyar TL ye. Gava tu teqawid bî, dibêjin 'li qisûrê nenêre birawo, çavkanî mavkanî tunene.' Lê gava mesele sermaye be rewş wiha ye. Îjar 26 milyar TL li ku û 195.6 milyar TL li ku. Em bêjin bila kesên bi meaşê kêmtirîn dixebitin bac neyê girtin qebûl nakin, lê radibin dev ji baca ku dê ji sermayeyê bê girtin berdidin."    XERCANEYA JI BO BACÊ TUNEYE, LÊ PÊŞNIYARA JI BO BACÊ HEYE'    Konûkman, bal kişand ser xercaneyên ku ji bo bacê tunene û got: "Hema bêje tu qîmeteke budçeyê nemaye. Her kes guh daye pêşniyara ji bo bacê. Her kes pêşniyara ji bo bacê nîqaş dike. Ev bi mafê budçeyê ve girê dayiye. Çimkî ev pêşniyareke ji bo çavkaniya deraametê ya budçeyê ya herî girîng e. Çimkî organê îcrayê ew e, duçeyê çê dike, pirsgirêkên wê yî ji bo budçeyê hene. Tişta ecêb ew e ku ên vê pêşniyarê amade dikin jî parlementerên AKP2ê ne. Ma dibe ku hayê Qesrê jê tunebe? Em pirsekê ji wan wekîlan bikin; havînê gava çûne bajarên xwe û hevdîtin bi welatiyan re çê kirine, welatiyan ji wan re gotiye bacê zêde bikin? Dibe ku îktîdara siyasî amade bike, lê ji bo çi hat bîra? Ma gel zorê dide we ku hûn wisa bikin?"    'ÇI HEWCETÎ BI BACÊN NÛ HEYE?'    Konûkman, bibîr xist ku ger dev ji bacên divê bên girtin neyê bê berdan pêdivî bi pêşniyareke nû ya ji bo bacê tuneye û got: "Ne hewce ye. Aha, ji te re pere. Ji xwe tu yê di sala 2020'an de bi milyaran bacê berhev bikî. Lê tu radibî dibêjî 'ez ê dev ji vana berdim, lê ji dêvla wan divê ez ji cihekî din berhev bikim.' Tu yê ji kê bistînî? Ji gel. Ma kepazetiyeke wisa dibe? Yanî ji vê dîmenê wêdetir dîmeneke tuneye ku karakterê budçeyê nîşan bide. Bacên tên berhevkirin transferî sermayedaran tê kirin. Divê em neheqiyê nekin! Tişa para me dikeve jî; cop, gaz e. Pereyê wê jî ji me distînin. A rast hemû tiştên neyînî yên dewleta ceberût li me dike di asasê xwe de xizmeteke cemaweriyê ye."    ‘QESR BUDÇEYÊ AMADE DIKE'    Konûkman, got: "Banagwaziya ji bo budçeyê bangawaziya serokomar e. A rast dibêje 'hey îdareyên cemaweriyê, hesab û kitabên xwe li gor YEP û OVMP'a ku min weşandiye bikin. Em ê vê yekê paşê li navendê konsolîde bikin.' Lê bangawaziya budçeyê di 11'ê Cotmehê de hat weşandin û di 17'ê Cotmehê de jî hat berpêşkirin. Di navberê de 6 roj hene. Paşê ji Wezareta Darayî û Wezareta Stratejî û Budçeyê re tê şandin. Ew jî konsolîde dikin, didin ber çapê û dişînin parlementoyê. Ev kar bi lez û bez tên kirin. Ev jî nîşan dide ku budçe ji aliyê Qesrê ve tê amadekirin."    MA / Deniz Nazlim - Selman Guzelyuz