60 sal in aşvaniyê dike 2019-11-06 09:36:27 QERS - Li Qersê, Nûsrettîn Aktepe 60 sal in aşvaniyê dike. Aktepe, anî ziman ku kesek tuneye ku piştî wî aş bişoxulîne û got, wê çandeke din jî winda bibe.  Li gundê Încedere yê navçeya Akyaka ya Qersê Nûsrettîn Aktepe yê 77 salî 60 sal in aşvaniyê dike. Aktepe, diyar kir ku berê aşê wan bi avê dişoxulî û got, lê belê piştî ava çem kêm bûye aşê xwe kirine yê ceryanê. Aktepe, da zanîn ku berê li herêma wan 5 aş hebûne, lê belê niha tenê aşê wî maye. Aktepe, anî ziman ku kesek tuneye ku piştî wî aş bişoxulîne û got, wê çandeke din jî winda bibe.    ‘BERÊ TAHM Û BÊHNA NAN HEBÛ'    Aktepe, destnîşan kir ku berê hejmara aşên bi avê dişoxulîn pir bûn û got: "Niha tiştekî qezenc nakim. Yanî tu tahma wê nemaye. Ji xeynî aşê me berê li herêmê 5 aşên din jî hebûn. Lê niha ê min tenê maye. Êdî mirov çandiniyê nakin. Genim dibin fabrîkeyan. Berê bi kîsan genim dihat hêrandin. Tendûr hebûn û bêhna nan ji gund dihat. Lê niha ne bêhna nan ne jî tahma nan maye. Gundî bi xwe jî nanê hazir dikirin."   Aktepe, anî ziman ku ji ber teknolojiyê û ji ber polîtîkayên çandiniyê yên şaş aş yeko yeko hatin girtin û got: "helbet dixwazim vî karî bikim û jê qezenc bikim. Lê quweta min têr nake ku tiştên lazim in bikirim. Malzeme tune ne, pere tune ye. Ji ber vê wê aş bê girtin, çimkî nikarim heqê ceryanê bidim. Ji bo krediyê min serî li bankeyê da, lê nadin. Berê li vê herêmê 5 aş hebûn, hemû hatin girtin. Min heta niha krîzeke wiha nedîtiye. Îktîdar ne ji bo gel, ji bo xwe xebitî. Bi balafiran digerin, li qesran dixwin û vedixwin. Ji bo taştêyekê 10 hezar TL xerc dikin. Lê ez niha nikarim nanekî jî bibim mala xwe."