Karkerên madenê yên Somayê çalakiya xwe bi dawî kirin 2019-11-06 15:45:09   MANÎSA - Sendîkaya Maden Îşê ya Serbixwe ragihand ku di roja berxwedanê ya 33’yemîn de ji ber daxwaza karkerên madenê yên Somayê hatiye qebûlkirin berxwedana xwe bi dawî kirin.    Endamên Sendîkaya Maden Îşê ya Serbixwe ku li Somayê ji bo heqê wan ê tazmînatê hemû werin dayîn çalakî li dar xistin. Sendîkayê ango karkeran îro bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin ku hevdîtinên wan ên li Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Tabî re pêk anîne erênî derbas bûne. Karkeran li qada nobeta ya li Kirkagaç Çama li navçeya Şehzadeler li dar xistin. Karkeran dirûşmên ji bo mafên xwe berz kirin.