TMSF'ê daxwaza karkeran qebûl kir 2019-11-07 14:57:38   STENBOL - Karkerên ku bêyî destmiza xwe bigirin ji fîrmayên ku lê dixebitîn hatine derxistin, dazwaz kirin ku TMSF biryara xwe ya parastinê ya li ser fîrmayan rake. TMSF'ê diyar kir ku dikare daxwaza karkeran qebûl bike.    Karkerên ku li fîrmayên Entîl, Hapalkî û Tarkonê dixebitîn û bêyî destmiza xwe bigirin ji kar hatin derxistin, îro li ber Fona Sîgortayê ya Veberhênana Zêdekirinê (TMSF) hatin gel hev û daxuyanî dan çapameniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila zarok birçî bav bêkar nemînin, kargeh neyên girtin desthilat here peywirê" hat vekirin. Di daxuyaniya ku Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû jî tevlî bû de timik dûrişmeyên mîna "Betlnadin tuneye berxwedan heye" û "Dagirkirin, berxwedan bijî Bîrleşîk Metal Îş" hatin berzkirin.    Çerkezoglû diyar kir ku li her sê fîrmayên navborî jî mafên karkeran tune hatiye hesibandin û ji kar hatine derxistin û wiha got: "Bi salan e hûn pereyê fona karkerên bêkar bi awayekî bêbergîdan weke kredî didin banqayên têkçûyî û di bin navê teşfîqê de li karsazan belav dikin. Niha jî ji bo derketina ji krîzê hûn careke din ji bo ku nirxên welat li  li karsazan belav bikin serî li her rê û rêbazî didin. Lê dema dor tê karkeran çi hîkmet e dest û lep li we rom dibin."   TMSF'Ê HEVDÎTINÊ QEBÛL KIR   Piştî daxuyaniyê karkeran li ber TMSF'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û diyar kirin ku heta ku bi rayedaran re hevdîtinê nekin ji vir veneqetin û hewce bike dê kon vedin. Piştî destpêkirina çalakiya karkeran TMSF'ê hevdîtina bi karkeran re qebûl kir û hevdîtin bi 3 kesan sînor kir. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû û nûnerên karkeran Kemal Kabay û Tûncay Alagoz derbasî hundir bûn û hevdîtin pêkanîn.   'BIRYARÊN PARASTINÊ BÊN RAKIRIN'   Piştî hevdîtina ku bi qasî nîv saetî berdewam kir, Çerkezoglû têkildarî hevdîtina wan bi serokê TMSF'ê re daxuyanî da û diyar kir ku her sê fîrmayên ku karkeran ji kar derxistine 10 salan ji aliyê TMSF'ê ve hatine birêvebirin û wiha got: "Hê jî biryara parastinê ya TMSF'ê li ser fabrîkayan heye. Me daxwaz kir ku TMSF biryara xwe ya parastinê ya li ser fîrmayan rake û destmiza karkeran bide." Li gorî ragihandinên Çerkezoglû serokê TMSF'ê diyar kiriye ku dikarin pêre biryara xwe ya parastinê ya ser fîrmayan rakin.    Karkerên ku bi baldarî daxuyaniyê guhdar kirin, diyar kirin ku çalakiya xwe niha bi dawî dikin lê heye daxwazên wan neyên qebûlkirin dê hê bi hêztir careke din vegerin ber TMSF'ê.