Karkerên ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşiyan hatin astengkirin 2019-11-07 16:27:49   ENQERE - Karkerên endamê Bîrleşîk Metal-Îş'ê li Endustriya Entil ku lê çalakî li dar dixistin hatin binçavkirin. Karkerên ku xwestin bimeşin Enqereyê hatin astengkirin.    Çalakiyên karkerên fîmayên Endustriya Entil, Hapalkî Dokum û Tarkon Makîna yên Koma Zeytînoglû ku ji aliyê Fona Sîgortayê ya Veberhênana Zêdekirinê (TMSF) hatine desteserkirin û destmiza wan nayê razandin didomin. 15 karkerên ku endamê Bîrleşîk Metal-Îş'ê ne bi daxwaza razandina destmiz û astengkrina girtina kargehên xwe li Endustriya Entilê çalakî li dar dixin, ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. Çalakiya karkerên ku derketin ser vîncê jî didome.    MEŞA KARKERAN ASTENG KIRIN   Nêzî 500 karkerên ku destmîza wan 5 mehên nayê razandin xwestin bi Serokê Giştî Bîrleşîk Metal-Îş'ê Adnan Serdaroglû re ber bi Enqereyê ve bimeşin. Meşa karkeran ji aliyê cendirmeyan ve nêzî 30 kîlotre dûrî Eskîşehîrê hat astengkirin. Li ser astengkirinê karkeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Serdaroglû têkildarî astengkirina wan axivî û diyar kir ku meşa wan ji aliyê cendirmeyan ve tê astengkirin û wiha got: "Heke em xwe bigihînin Enqereyê dê pêşiya Wezareta Xebatê, Miduriyeta Giştî ya Halk Bankasî û Qesra Serokkomariyê daxwazin xwe bînin ziman. Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin."