Kîloya penêrê bi sîrik bû 45 TL ye 2019-11-08 09:05:33 WAN –  Esnafên Çarşiya Penêrfiroşan a Wanê, bi lêv kirin ku ji ber krîza aborî kîloya penêrê bisîrik bûye 45 lîre û kes nikare bi vî buhayî bikire.    Esnafên Çarşiya Penêrfiroşan a Wanê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girtin. Par li çarşiyê kîloya penêrê bisîrik 30-35 lîre bûye, lê belê îsal ji ber krîza aborî bûye 45 lîre. Esnafan, anî ziman ku kes nikare bi vî fiyetî bikire. Esnaf Ahmet Ayan ku 25 sal in esnafê çarşiya penêrvana ye, anî ziman ku ji ber krîza aborî rewşa wan qet nebaş e.    ‘PERE TUNEYE'    Ayan, diyar kir ku tenê ne esanfên çarşiyê, li tevahiya bajêr rewşa esnafan nebaş e. Ayan, got: "Ji ber bi mirovan re pere nemaye nikarin alvêrê bikin. Êdî wekî berê biyanî jî nayên Wanê. Par me kîloya penêr bi 30-35 lîreyan difirot, lê îsal bûye 45 lîre. Em nikarin fiyet zêde bikin. Ji ber fiyetê şîr û mast biha bûye, tu bikî nekî ê penêr jî zêde dibe."    Rustem Apaydin ku 40 sal in esnaftiyê dike, anî ziman ku nexasim du salên dawî rewş xirabtir bûye. Apaydin, got: "Karê me ne wekî berê ye. Ji sibehê heta êvarî hema wisa em li ber dikanê sekinandîne. Kes tiştekî nakire. Par fiyetê penêr erzan bû, lê niha 10-15 lîre zêde bûye. Ji ber vê kes nikare bikire. Sedema bihabûnê jî, ji ber ku gundî nikarin hilberînin. Gundî koçî bajaran kirine. Sewalvanî kêm bûye. Ev yek tesîrê li penêr jî dike."    'WÊ FEQÎR ÇI BIKIN?'   Esnaf Mehmet Emîn Nar jî destnîşan kir ku krîza aborî tesîr li tevahiya qadên jiyanê kiriye û got: "Êdî kes wekî berê ne çandiniyê ne jî sewalvaniyê dike. Perê fiyetê penêr pir erzan bû, lê niha ne wiha ye. Em ji ku hatin ku. Em ê pirsgirêkên xwe, meseleyên xwe ji kê re bibêjin? Bila dewlet alîkariya mirovan bike. Da ku bêhna mirovan derkeve." Nar, anî ziman ku ji ber krîza aborî mirov tengezarî bûne û got: "Îjar wê feqîr çi bikin? Mesele tenê ne penêr e. Ev ji bo zebze û fêkiyan jî wiha ye. Her roj biha dibin. Kîloya goşt bûye 45 lîre. Ji bo çi? Divê hesabgêriya vê yekê bê kirin."