‘Mitbex dişewite, me goştê sor ji bîr kiriye' 2019-11-10 09:02:32   AMED – Amediyan, anî ziman ku maliyeta şer li gel tê barkirin û bal kişandin ser krîza aborî. Amediyan, got: "Mitbex dişewite. me goştê sor ji bîr kiriye, êdî em di xewna xwe de jî nabînin."    Her roj tişt biha dibin. Amediyan, anî ziman ku sedema vê krîzê ne gel e, lê belê fatûreya wê li wan tê birîn û got, wan goştê sor ji bîr kiriye, di xewna xwe de jî nabînin. Bazarvan Mehmet Aytek, diyar kir ku krîz hem tesîrê li wan hem jî li mişteriyên wan dike û got: "Êdî bazarvan qezenc nakin. Malê min di destê min de man. Ez ê sibê bavêjim çopê. Het aku komîsyonvan mal digihînin me fiyet biha dibe. Ji nav erd tê halê, ji halê tê bazarê. Tu bikî nekî biha dibe. Mişterî giliyan dikin. Tên, ancax bi du kîsikan vedigerin malê."    ‘HÎN JÎ TÊN ZEMKIRIN'    Bazarvan Huseyîn Kocakaya jî, bal kişand ser zemên tên kirin û got: "Karê me nabe. Her tişt biha bûye. Em nikarin heqê ceryan û avê jî bidin. Gava em nadin ceza li me tê birîn. 7 zarokên min hene. Zem ji bêrîka gel derdikevin. Zem heye, têra xwe. Hîn jî zem dikin."    ‘MALIYETA ŞER LI ME TÊ BARKIRIN'    Îsmaîl Zeybekê teqawidbûyî jî ji bo pirsa "krîz heye?" bertek nîşan da û got: "Çawa tuneye. Mitbex dişewite. Her tişt ji sedî 50 zêde bûye. Ez teqawidbûyî me, meaşê min têr nake. Heger ez heqê ceryan û gaza xwezayî hesabêm bikim, nêviyê meaşê min diçe." Zeybek, anî ziman ku budçe hemû ji bo şer tê xerckirin û got: "Ji ber Tirkiye ketiye şer pere ji me distînin. Bedêla her fîşekekê heye. Her ku balafirek radibe, bedêla wê ji min û ji te tê stendin. Gava em tên bazarê jî, em nikarin zebze û fêkiyan bikirin. Me goştê sor ji bîr kiriye, êdî nayê xewna me jî."    ‘WELAT BER BI ÎFLASÊ VE ŞANDIN'    Welatiya bi navê Nîhal Senîm jî, destnîşan kir ku ji ber ceryan, av û gaza xwezayî biha bûye, nikarin heqê fatûreyan bidin û got: "Mirovên me feqîr in. Kar tuneye. Pere di ber zemên tên kirin nagihê. Mirov nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Nikarin debara xwe bikin. Tevî du neviyên min em 5 kes in. Bi zorê em debara xwe dikin. Dawiya mehê em deyndar in. Ma mirov dikare bi meaşê kêmtirîn debara xwe bike? Hikûmet ji bo xwe zeman dike. Tirkiyeyê be rbi îflasê ve şandin. Pere jî tuneye. Wê ji kê bistîne? helbet wê ji gel."    Esnaf Kadîr Arslan jî ko kofteyan çê dike, got: "Niha kofteyan bi 6 lîreyan difiroşim. Em qezenc nakin. Ev pere ji bo xwendekaran zêde ye." Arslan, destnîşan kir ku heta ev pergal neguhere wê ev pirsgirêk sed salên din jî dewam bike.    Yuksel Aslan jî anî ziman ku berê bi 50 lîreyî gelek tişt dikirîn, lê belê niha bi 200 lîreyî jî xweşikî nikare tiştekî bikire û got: "Li malê em 9 kes in. Bi zorê debara me dibe. Birayekî min astengdar e. Em dixwazin ev zem bisekinin."    'ÊDÎ BES E'   Mehmet Akinci jî got ew bi diyalîzê li ser piya ye û ji ber derman biha ne nikare bikire. Akince, nerazîbûna xwe ya ji bo zemên tên kirin nîşan da û got: "Êdî bes e."    MA / Fethî Balaman- Îrfan Tunççelîk