Kedkarên perwerdehiyê: Em butçeyê ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê dixwazin 2019-11-23 16:19:36 ENQERE – Egîtîm Senê li Enqereyê mitînga şermezarkirina butçeyê li dar xist. Seroka Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan banga “Butçe ne ji şer re ji perwerdehiyê re” bang li hikumetê kir. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ew ê li dijî polîtîkayên hikumetê li qadan bin.  Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bi dirûşma “Mafên me, siberoja me û mafê perwerdehiya xwendekarên me” li Meydana Tandogan a Enqereyê mitîng li dar xist. Ji çar aliyên Tirkiyê kedkarên perwerdehiyê tev li mitîngê bûn. Parlamenter, nûnerên sendîkayan û akademîsyenên aştiyê jî beşdarî mitîngê bûn.    Bi hezaran kedkar Meydanê tije kirin û dirûşmên “Butçeya ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê”, “Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Bêziman jiyan nabe" berz kirin.    'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ÎQTÎDARÊ EM LI KOLANAN E’    Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan di mitîngê de axivî û diyar kir ku tevî hemû zext û zordestiyan jî ew civiyane û got: “24’ê Mijdarê Roja Mamosteyan a ji aliyê darbekarên 1980’î ve hat ragihandin ji bo me tenê roja têkoşîn û berxwedanê ye. Îro em hemû bi hev re rihê berxwedanê diafirînin. Her çiqas li ser axa me neheqî û bêhiqûqiyê ferz bikin jî lê bila baş dizanibin axa me axa dîroka piştevanî û têkoşînê ye. Îro li gel astengiyên Walîtiyê û îqtîdarê em li kolanên Enqereyê ne.”    ‘MIRIN NE DI XEMA ÎQTÎDARÊ DE YE’    Aydogan bi bîr xist ku Esat Tarhan ê li Çinara Amedê mamostetiyê dikir xwe ji ber deynan întîxar kiriye û got: “Wezaretê ji bo hevalê me daxuyaniyek jî neda. Va nêrîna îqtîdarê ya li hember kedkarên perwerdehiyê ev e.”    ‘EM JI BO MAFÊ XWE BUTÇEYÊ LI VIR IN’    Aydogan anî ziman ku ew ji bo kedkarên perwerdehiyê yên bêmîsoger tên xebitandin li Enqereyê ne û di hevdîtinên butçeyê de Wezareta Perwerdehiyê netayînkirina mamosteyan bi maliyete ve girê da. Aydogan diyar kir ku mafê perwerdehiya xwendekaran bi maliyete nayê pîvandin û got: “Ew butçeya kedkarên perwerdehiyê û zanistê ye. Ji bo em ji wî mafê xwe yê butçeyê sûd werbigirin li vir in.”    ‘BUTÇEYA NE JI BO ŞER JI BO PERWERDEHIYÊ’    Aydogan bal kişand ser hevdîtinên butçeyê yên li Meclîsê didomin û wiha got: “Niha jî butçe butçeya me ye. Em ê yên xwe paş ve bigirin. Ji bo em dikaribin bi însanî bijîn îro li Enqereyê ne. Ji bo siberojek bi rûmet bi salane em li çar aliyên Tirkiyê qîr dikin. Ji perwedehiyê û zanistê re gotin butçe nîne, lê di bin navê teşwîqê de ji dibistanên taybet re hat razandin. Kêliyek jî me dest ji parastina mafê perwerdehiya zimanê dayikê berneda û em ê dest jê bernedin jî. Em ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê li qadan e. Em ê mafên xwe û siberoja xwe bi hev qezenc bikin. Têkoşîna me têkoşîna em siberojake rûmet bidin zarokên xwe ye. Em di salên 80’î de jî radestî darbekaran nebûn û em ê radestî AKP’ê jî nebin.”    ‘FAŞÎZMA YEK ZILAMÎ’    Hevserokê KESK’ê Mehemt Bozgeyîk jî destnîşan kir ku li cîhan û Tirkiyê krîza kapîtalîzmê didome û wiha got: “Perwerdehî bin gef û êrişên polîtîkayên neo-lîberal, arizîkirin û xebitandina bêmîsoger de ye. Polîtîkayên senteza Tirk-Îslam, paşverû, asîmîlasyonger û nijadperest zêde bûne. Daxwazên kurdan û elewiyan tuen tên hesibandin. Bi OHAL’ê bêhiqûqî, bêdaletî, êrişên li ser kedê û faşîzane zêde bûn. Bi van êrişan dixwazin civak nikaribe nefesê hilde. OHAL kirin amûra destwerdana hemû qadên jiyana me. 130 hezar kedkarên cemaweriyê bêdarizandin û bêpirs ji kar hatin derxistin. Yanî rejîma yek zilamî hat avakirin.”    ‘REJÎM KRÎZA NEBIRÊVEBIRINÊ YE’    Bozgeyîk bal kişand ser polîtîkayên tayînkirina qeyûmên şaredariyên HDP’ê û got: “Qeyûm şidet e. Divê qeyûm tenê wek desteserkirina avahiya şaredariyê neyê dîtin. Tune hesibandina îradeya gelê kurd e. Di esasê xwe de top avêtina rejîma nû ye. Ev îqtîdar dijminê kedkar, jin, kurdan, aştî, demokrasiyê û edaletê ye.”    ‘EM Ê LI QADAN BIN’    Bozgeyîk anî ziman ku her ew ê li dijî polîtîkayên hikumetê derkevin û got: “Em ê li dijî OHAL, rejîma qeyûman, kuştin û şideta jinan û ji mirin bi dawî werin têkoşîna xwe mezin dikin. Hevrêyên me îro ji bo têkoşînek hevpar hatin vir. Em ê li dijî kedxwarî, feqîrî, faşîzmê ji bo ked, aştî, azadî û wekheviyê li qadan bin.”   Mitîng li ber stranên Grûp Gîz bi dawî bû.