Bi feraseta 'koleyên modêrn' nêzî karkerên penaber dibin 2019-11-25 09:13:20 STENBOL – Li Tirkiyeyê 3 milyon û 614 hezar sûriyeyî dimînin. Ji vana tenê destûra 31 hezar û 185 kesî heye ku bixebitin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz, anî ziman ku ji bo karkerên penaber karibin destûra xebatê bigirin, divê 8 salan wekî "koleyên modêrn" bixebitin û serê xwe li ber patrona bitewînin û aktivîsta mafên penaberan Nûrgul Elçîk jî, diyar kir ku nexasim jî penaberên jin wekî "kirdeyeke pasîf" tên dîtin.  Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê, li gorî daneyên Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2011'an ve li tevahiya cîhanê nêzî 5 milyon û 635 hezar penaberên sûriyeyî yên hatine tomarkirin hene. Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî jî, ji van penaberan 3 milyon û 614 hezar jê li Tirkiyeyê ne. Her wiha li gorî bersiva Wezîra Bazirganiyê Rûhsar Pekcanê ya ji bo pêşnûmepirsekê jî, li Tirkiyeyê ji bo xebatê destûrê 31 hezar û 185 penaberên sûriyeyî heye.    Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz, anî ziman ku ev hejmar ne rast e û got, li Tirkiyeyê nêzî milyon û 400 sûriyeyî derî tomarkirinê dixebitin.    Akdenîz, anî ziman ku qanûnên derbarê biyaniyan de bi derengî û bi awayekî biqisûr tên sererastkirin û got: "Di Qanûna Kar de, tê gotin ku karkerên biyanî jî dikarin sûdê jê bigirin, lê bi şertê bisîgorte bin. Lê belê li gorî Qanûna Kar, du pirsgirêkên mezin li ber bisîgortebûnê hene. Yek; karkerên penaber an jî koçber nikarin li gor rizaya xwe sîgorteya xwe bidin destpêkirin. Ji bo karibin li cihkî bixebitin, patronê wan destûra wan a ji bo xebatê digire. Paşê tê gotin, heger salekê bê pirsgirêk bixebite, patron dikare du salên din jî dirêj bike. Yanî piştî 8 salan dikare bibe xwediyê firotina huriyeta xwe. Divê di nav vî 8 salî de wekî koleyekî modêrn serê xwe li ber patron xwar bike û bi tu awayî îtiraz neke."    TÊKOŞÎN    Akdenîz, diyar kir ku lê li ber van zor û zehmetiyan jî, karkerên sûriyeyî ji bo mafên xwe têdikoşin û got: "Karkerên sûriyeyî û tirkiyeyê komîteyên hevpar ava kirine û doza mafên xwe dikin û li 16 bajaran bi beşdarbûyîna 50 hezar karkerî çalakî hatin kirin. Di çalakiyê de axaftin bi kurdî, tirkî û erebî hatin kirin."    Akdenîz, diyar kir ku di rojên pêş de heger hejmara karkerên penaber ên tomarkirî zêde bibe, wê çalakiyên ji bo doza mafan zêde bibin û ji bo tevdîrgirtinê jî sendîkayan hişyar kir.    'JINÊN PENABER WEKÎ KIRDEYEKE PASÎF TÊN DÎTIN'    Aktivîsta mafên penaberan Nûrgul Elçîk jî anî ziman ku ên zêde zehmetiyê dikişînin jinên sûriyeyî ne û got, li ser navên wan hin kesên din diaxivin. Elçîk, destnîşan kir ku jinên penaber wekî "kirdeya pasîf" tên dîtin û got, ev yek jî dike ku jin neyên cem hev du û rêxistinbûyîna xwe çê nekin. Elçîk, anî ziman ku pirsgirêkeke din a li ber rêxistinbûyîna jinên penaber jî ew e ku rêxistinên feminîst wekî sandoqa dengan a ji bo AKP'ê nêzî jinên penaber dibin. Elçîk, got: "Ji ber wisa nêz dibin, di warê piştevaniyê xwe nêzî wan nabin."    Her wiha Elçîk, anî ziman ku pirsgirêkek din a jinên penaber jî pirsgirêka ziman e û ji ber vê nikarin mudaxilî jiyana civakî bibin.    ‘ZEWACA DI TEMENÊN BIÇÛK DE ZÊDE BÛYE'    Elçîk, anî ziman ku jinên penaber bi şidet û tacizê re jî rû bi rû dimînin û got: "Li jinên sûriyeyî, hewîtiyê ferz dikin. Her wiha zewaca di temenên biçûk de jî zêde bûye."    MA / Tolga Guney – Erdogan Alayûmat