Zivistan hat lê hê jî pezê xwe li derve diçêrîne 2019-11-27 09:09:07 WAN - Zekî Îpek ku li navçeya Rêya Armûşê pezê xwe diçêrîne, anî ziman ku zivistan hatiye lê belê ji ber krîza aborî û bihaûna fiyetên kayê hîn jî heywanên xwe nexistine axuran.    Li Wanê, her çend zivistan dest pê kiribe jî, lê belê hîn jî Zekî Îpek pezê xwe li derve diçêrîne. Îpek, diyar kir ku ji ber krîza aborî û bihabûna fiyetê kayê ji mecbûrî heywanên xwe li derve diçêrîne.    Îpek, li Taxa Yali ya navçeya Rêya Armûşê li nav erdekî ku hema bêje giha lê nemaye pezê xwe diçêrîne. Îpek, diyar kir ku ji ber fiyetên kayê heta jê bê wê heywanên xwe li derve biçêrîne û got: "Ji zûvde ye vî karî dikim. Bav û kalên min jî kirine. Wê çaxê li Westanê li gund me ev kar dikir. Di salên 90'î de em tiştên zehmet re rû bi rû man. Gundê me hat valakirin. Em hatin bajêr. Berî em bên bajêr zêdetirî 150 mihên me û 20 dewarên me û hespekî me hebû. Lê niha tenê nêzî 100 pezê me maye. Bi van heywanan debara malbata xwe dikim. Lê dîsa jî em nikarin zikê xwe têr bikin."    KA HEZAR 600 TL, MÎ HEZAR TL    Îpek, anî ziman ku tona kayê hezar û 600 lîre ye û got: "Heba miyê jî bi hezar lîreyî ye. Ka ji heywanê bihatir e. Ji ber karekî din tune, em ji mecbûrî vî karî dikin. Par li gund mam. Ji ber ka biha bû, min nîviyê heywanên xwe firotin û pê ka kirî. Loma îsal ez li vira me. Di navbera vira û gund de hema bêje du meh ferq heye. Gava li wir berf dibare, li vira nabare. 2 meh ferq dike 20 hezar TL. Ji ber fiyetê kayê em heywanên xwe li vira diçêrînin. Îsal em ê heywanan nêzî 5 mehan di axuran de xwedî bikin. Heqê kayê yê 5 mehan pir zêde ye."    Îpek, destnîşan kir ku divê piştgiriya sewalvan û cotkaran bê kirin.    MA / Cemîl Ûgûr