Onder: Perê ji bo deynan tê bikaranîn welat dişêlîne 2019-11-28 09:24:48 STENBOL – Aborîzan Îzettîn Onder, rewşa aboriyê şiband wesayîteke firênteqiyayî û got: "Pereyê ku pê deyn tên dayîn, tenê bi awayekî demborî aboriyê rihet dike, lê belê faîza wê welat dişêlîne."  Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bû. Aborîzan Îzettîn Onder, sedema krîzê nirxand.    ‘WÊ DEWLEMEND DEWLEMENTIR DIBIN, XIZANÎ ZÊDETIR BIBE'    Onder, anî ziman ku piştî fealiyetên ji bo hilbijartina herêmî û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, stoka deynê Rêveberiya Navendî bûye nêzî hezar û 2016 milyar TL'yî û got: "Ev miqdar ji par heta niha teqabulî zêdebûneke bi qasî 200 milyarî dike. Ji ber perê sereke yê deyn nehatiye dayîn, di budçeyê de wekî faîzê dixuyê û faîza zêde budçeyê tengijandiye." Onder, diyar kir ku bi deynan pêgirtîbûna bi derve re zêde dibe û wê ev yek tesîrê li emîsyonê bike û wê bibe sedema bihabûna fiyetan.    Onder, got: "Bi kurt û kurmancî wê ev faîz dewlemendan dewlementir bike, lê belê wê xizaniyê jî zêdetir bike."    Onder, bal kişand ser Fona Hebûniyê û got: "Rêveberiya yekzilam, vê fonê wekî fonên dewletên din bi kar nayne, bêyî prosedur, bêyî hesabdayîn û bi awayekî şexsî bi kar tîne." Onder, destnîşan kir ku divê parlemento destdeyne ser vê rewşê û got: "Heger parlemento parlemento be wê dest deyne ser vê rewşê. Ev rewş bûye tiştekî wisa ku rêveberiya dewletê veguheriye rêveberiya eşîret an jî rêvberiya feodal."    ‘FAÎZA ZÊDE WELAT DIŞÊLÎNE'    Onder, anî ziman ku her ku pere tê derxistin û tê dayîn, di aboriyê de dibe sedema pêldariyê û got: "Her wiha pereyê ne ji bo veberhênaniyê, lê belê ji bo deyndayînê tê bikaranîn bi awayekî demborî aboriyê rihet dike, lê belê faîza zêde jî welat dişêlîne. AKP, polîtîkaya 2000 IMF-Dervîş bi awayekî samîmî pêk aniye û fon hemû ji bo kevir û betonê xerc kiriye. Li gor pîvanên fizîkê wesayîteke pêl frenê wê hatibe kirin, tê zanîn wê kengî bisekine; lê belê wesayîteke frênê wê teqiyabe nediyar e wê kengî, li ku û bi xisareke çawa bisekine."    Onder, destnîşan kir ku astengiya mezin a li ber başbûna rewşa aborî siyaset e.    MA / Lezgîn Tekay