Esnafên Çarşiya Şewitî: Dilê bajêr hilqitandin 2019-11-29 09:05:08 AMED – Esnafên Çarşiya Şewitî ya Sûrê, diyar kirin ku piştî rûxandina li navçeyê kes nemaye û gotin: "Dilê Amedê, Sûr bû. Dilê bajêr hilqitandin."  Esnafên Çarşiya Şewitî ya Sûr a Amedê bal kişandin ser krîza aborî û gotin: "Nûçegihanê ajansa me Mehmet Firat Oksuz, hat binçavkrin.    22 HEZAR Û 323 KES KOÇ KIRIN    Piştî qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de hat ragihandin û 6 tax hatin rûxandin, 22 hezar û 323 kes ji bêgavî ji navçeyê koç kirin. Esnafên navçeyê anîn ziman ku ji sedî 90'ê kirîgerên wan şêniyên navçeyê bûn, lê belê piştî rûxandina li navçeyê êdî bi se rhişê xwe ve nehatine. Her wiha esnafan bal kişand ser zemên tên kirin û bacên tên dayîn jî.    Li çarşiyê nêzî 600 kargeh hene, lê belê hin jê vala ne û hin esnaf jî dikanên xwe dewr kirine.    ‘KRÎZA HERÎ MEZIN'    Esnaf Mûhammet Emîn Kaya ku 35 sal in li Çarşiya Şewitiye, anî ziman ku sedema mezin a krîza li çarşiyê rûxandina navçeyê ye.    Kaya ku got "Dilê Amedê, Sûr bû. Dilê bajêr hilqitandin. Li Sûrê kes nema, em jî tenê man. Qedandin. Ji ber vê bazirganî jî miriye" anî ziman ku mehê mesrefê dikana wî 5 hezar lîre ye, lê belê 4 sal in tişte di dest wan de namîne.    ‘ESNAF DEYNDAR IN'    Kaya, anî ziman ku esnaf deyndarê bankeya ne û ji ber deynan derûniya esnafan nebaş bûye û got, heger wisa dewam bike wê dikanên xwe bigirin.    Mehmet Adsiz ku karê sefariyê dike, anî ziman ku amûrên dikana wî li gorî mîmariya Sûrê ne û got, piştî rûxandina li Sûrê êdî liv û tevgera li çarşiyê jî ne wekî berê ye.    Adsiz, anî ziman ku wan hêviya xwe bi turîstên biyanî û xwecihî ve girê daye û got: "Dikana min 100 rojî girtî ma. Dewlet tenê hezar û 500 lîre da min. Yanî heger em rûnên û tenê nan jî bixwin, wê hezar û 500 lîre qîm neke. Yanî çermê mirov dişewite, hestî dimîne. Ê me hestiyê me jî çûye, tenê kirkirk maye."    Adsiz, bilêv kir ku heqê kirêya wan ne zêde ye, lê belê kirîger tunene û got: "Esnaf nikare deriyên dikanê xwe veke. Tenê 4-5 esnaf kar dikirin. Ew jî xurt in. Yanî her diçe rewşa esnafên biçûk xirabtir dibe. Şer heye. Lingekî me li Sûriyeyê ye lingekî me nizanim li ku ye. Di rewşeke wiha de em ê hêviya çi bikin?"    Esnaf Cavît Satici jî anî ziman ku esnaf deyndarên bankeya ne û got: "Berê rewşa kar baş bû. Lê niha em nikarin debara xwe bikin."    MA/ Arjşn Dîlek Oncel - Fethî Balaman