‘Gel bedêla polîtîkayên şer ên AKP'ê dide' 2019-12-05 09:17:43 AGIRÎ - Agiriyan, anî ziman ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên AKP'ê ne û gotin: "Ji bo çûyîna axa Sûriyeyê tu sedemeke Tirkiyeyê tuneye. Erdogan ji bo îktîdara xwe welat ber bi şer ve bir. Û bedêla vê jî gel dide."    Welatiyên Agiriyê bal kişandin ser krîza aborî û polîtîkayên şerî yên AKP'ê rexne kirin.    ‘LI XURBETÊ JÎ KAR BI DESTÊ ME NAKEVE'    Ferdî Turk ku bi salan e li metrepolên Tirkiyeyê li ser îneşatan dixebite, bibîr xist ku ji ber krîza aborî sektora înşeatê jî nemaye. Turk, got: "Heta dolar kêm nebe, wê rewş her xirab be. Wekî her kesî ez jî dixwazim li bajarê xwe bixebitim û karê xwe bikim. Lê em kesên xurbetçî ne. Em ji bo kar diçin xurbetê. Lê êdî li xurbetê jî kar bi destê me nakeve. Sedema vê krîzê jî kesên li ser îktîdarê ne."    'SALEK E BETAL IM'    Mehmet Aydemîr jî anî ziman ku salek e betal e û 3 zarokên wî dixwînin. Aaydemîr, diyar kir ku nikare heqê mesrefên dibistana zarokên xwe jî bide û got: "Ne ez, divê hikûmet bi sebeba vê betaliyê zanibe. Û ê çareser bike jî divê hikûmet be."    LI QEHEWEXANEYAN RÛDINÊN    Halîl Karaoglan, jî destnîşan kir ku bi salan e esnaftiyê dike, lê tu carî wekî niha tiştekî bi vî rengî nediyetiye. Karaoglan, got: "Gelê Agiriyê debara xwe bi sewalvaniyê dike, lê belê niah ew jî nemaye. Ez jî esnaf im û berê ku bi 10 lîreyan dikirim, mehek şûnde bi 15 lîreyan didim. Em tim dixisirin. Piraniya gelê Agiriyê jî betal e. Ji sibehê heta êvarî li qehwexaneyan rûdinê. Ciwanên me betal in. Krîz kûr dibe. Rewşa Tirkiyeyê qet nebaş e."    ‘FATÛREYA CEYANÊ 400 LÎRE TÊ'    Onder Ûgûr ku li bazara zebze esnaftiyê dike, bal kişand ser bihabûna fiyetê zebze û fêkiyan û got: "Her tişt nîvî nîvî biha bûye. Bi ser de jî ceryan, mazot jî biha bûye. Berê heqê ceryana min 150 lîre dihat, lê niha 400 lîre tê. Ma ez ê nan bibim mala xwe an jî heqê fatûreyan bidim?"    ‘BEDÊLA WÊ GEL DIDE'    Mehmet Çelîk jî destnîşan kir ku sedema krîza li welat polîtîkayên şer ên AKP'ê ne. Çelîk, got: "Niha di nav şerekîd e ye û fatûreya vî şerî ji bêrîka gel dertê. Agirî debara xwe bi sewalvaniyê dike, lê niha ew jî nemaye."    Abdûllah Taşdemîr jî anî ziman ku Erdogan ji bo îktîdara xwe polîtîkayên şerî didomîne û got: "Tenê ji bo îktîdar ji destê AKP'ê neçe, niha Tirkiye ketiye şerekî. Ev şer şerê îktîdara AKP'ê û egoya Erdogan e. Bedêla wê jî gel didin."   ‘BIRÇÎ ME'    Xwendekarê Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Omer Kaya jî anî ziman ku niha tenê debara xwe bi 500 lîreyê bûrsê dike û got: "Ji ber krîza aborî piraniya mirovan betal in. Ez jî wekî hevalên xwe yên xwendekar birçî me. Em nikarin bi bûrsa tê dayîn debara xwe bikin. Sedema krîza aborî ji ber polîtîkayên hikûmetê ye."    ‘ÎSTIFA BIKE'    Esnaf Yakûp Ozdemîr jî destnîşan kir ku ji ber şerê ku AKP dike mirov nizanin wê çi bibe û got: "Êvarî gava em diçin malê, em destvala diçin. Ji ber Erdogan em di vî halî de ne. Bang li Erdogan dikim, heger tu yê vî welatî baş bi rê ve bibî bi rê ve bibe, lê heger tu yê nikaribû bi rê ve bibîe îstifa bike, da em jî rihet bibin."    MA / Dîndar Karataş