Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin 2017-12-08 10:41:34 ŞIRNEX - Li Cizîra ku li gor hejmarên fermî rêjeya betaliyê ji sedî 29 e, di avahiyên TOKÎ'yê de koçberên sûriyeyî bi heqdesteke kêm û bê sîgorte tên xebitandin.  Li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî qedexeya derketina derve dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ'yê hatibû kirin. Hîn jî çêkirina avahiyan didome. Bedêla îhaleya van avahiyên ku tê çêkirin bi 104 milyon û 320 hezar lîreyî ji aliyê Şîrketa Înşaet, Sanayî, Turîzm û Bazirganiyê ua Mûstafa Ekşî ve tên çêkirin û tê payîn ku dê 22'ê Kanûna 2017'an de çêkirina wan biqede.    BI 40-45 LÎREYÎ BÊYÎ SÎGORTE TÊN XEBITANDIN   Peywirdarên ewlehiyê yên taybet nahêlin kes nêzî avahiyan bibe. Di çêkirina van avahiyan de tevî kesên ku fîrmayên taşeron ew ji gelek bajaran anîne, gelek koçberên sûriyeyî jî dixebitin. Koçberên sûriyeyî ji karkerên taşeronî erzantir tên xebitandin û rojê bi heqedesteke 40-50 lîreyî tên xebitandin. Koçberîên ku ji Reqa û gelek bajarên din koçî Cizîrê kirine, bêyî sîgorte tên xebitandin û tu ewlehiya wan a civakiyî tune ye.    Karker di bereqeyên ku li şantiyeyê ji bo wan hatine çêkirin dijîn û tê destnîşan kirin ku ji bo balê nekişînin nahêlin bên naveda bajêr. Gelek jê jî ji bo wan neşînin kampên penaberan naxwazin ji vê qada ku avahî lê tên çêkirin derkevin. Bi hinceta "qedexe" ye bi tu awayî nayê hiştin ku dîmenên penaberan bên kişandin an jî bi wan re hevpeyvîn bên çêkirin.    LI BAJÊR RÊJEYA BETALIYÊ JI SEDÎ 29 E    Li gor hejmarên fermî li bajêr rêjeya betaliyê ji sedî 29 e. Şêniyên bajêr diyar dikin ku ev rewş bandorê li wan dike û fîrmayên taşeron keda mirovên ku ji neçarî ji warên xwe koçber bûne dixwe û ev rewş hem zirarê dide wan hem jî şêniyên bajêr û rê li ber koçberiya navxweyî vedike.      MA / Cihan Olmez