Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan 2017-12-09 12:47:30 ŞIRNEX – Zabiteyên Şaredariya Şirnexê ya qeyûm hat tayînkirin, ji bo goştfiroşan şertê "ultrasyon" û "beravêtinê" anîn. Goştfiroşan aşkera kir ku ji bo vê 160 TL pere tê xwestin û bertek dan nîşan. Şaredariya Şirnexê ya bi rêya qeyûm hat desteserkirin, ji bo serjêkirina mîhan hin şert da pêşiya goştfiroşan û got ku ev demsala avisbûna mîhan e, dema mîhekî serjê bikin, divê testa bê kirin. Ekîbên ku berî demekî li goştfiroşan geriyan, ji esnafan xwestin mîhên xwe bibin şaredariyê û ka avisin an na divê kontrol bikin, heke avis bin bila bi derziyên beravîtinê berxê ji ber mîhan bigirin û piştre serjê bikin. Veterînerên şaredariyê ev wekî derfetekî ji xwe re dîtin, ji bo her mîhekê 130 lîreyan, ji bo derziya beravîtinê jî 30 lîreyî ji welatiyan dixwazin.   ‘GEL MEXDÛR  DIKIN'   Goştfiroşên ku cara ewil bi vê pêkanînê re rû bi rû man, bi bertek in. Mustaa Bîlîcî 13 sal e li bajêr gpştfiroşiyê dike, da zanîn ku ew mexdûr kirine û pirsa "Çima ev qedexe niha anîn?" kir. Bîlîcî got ku "Her kes dizane di vê demsalê de sewal avis e" û wiha axivî: "Berê di heman demê de dihîştin mîh bên serjîkirin. Ji ber wê di navbera 7 û 10 TL'yî de goşt buha dibe. Wê demê dê mirov çawa goştê erzn bikire?"   ‘SEWALÊN BER DAVÊJIN MEHEKÎ BI SER XWE DE NAYÊN’    Bîlîcî destnîşan kir ku piştî qedexeya derketina derve, li bajêr sewal nayên dîtin, ji ber vê her kesî dikarên xwe gitine. Bîlîcî anî ziman ku sewaleke ku ber bavêje, goştê wê diguhere û wiha pê de çû: "Mîh avis be jî û avis nebe jî nahêlin bê serjêkirin. Divê rapora veterîner hebe. Sewaleke ku berê wê bê avêtin, mehekê bi ser xwe de nayê. Ev jî tê wê wateyê mehekê goşt tune."    ‘EM JI BER OHAL'Ê NIKARIN BÊSÎVANIYÊ BIKIN’   Bîlîcî diyar kir ku ev pêkanî tenê li navenda Şirnexê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Sêrtê tiştek wiha tune. Navçeyên wekî Cizîr, Silopî û Hezexê tiştek wihatune. Ji xwe em ji ber OHAL'ê bêsîvaniyê nikarin bikin."