Li Semsûrê dema ser mahseran dest pê kir 2017-09-28 09:30:17 SEMSÛR- Li Semsûrê dema ser mahseran dest pê kir. Gundiyan behsa çêkirina dims, bastêq, mewîj, benî û hwd. kirin.  Li bajaroka Komirê ya girêdayî navenda Semsûrê dema ser mehseran, bi navê xwe yê dîtir dema "kerge"yê dest pê kir. Piştî ku tirî tê hişkirin jê mewîj, bastêq, benî û hwd. tên çêkirin. Gundiyan behsa sermehseran kir.   Ji nav tiriyên ku tên berhevkirin yên paqij û pak tên neqandin û paşê yên hatine neqandin dixin çewalekî û di curnê de tên bicihkirin. Bi gîzmeyên ku tên lixwekirin tên eciqandin. Bavê 4 zarokan Mahmut Îzcî (45) gîzmeya di lingê xwe de nîşan da û wiha got: "Em bi vî awayî tirî dieciqînin û ava wê derdixînin. Paşê em vê avê di sîtilên sifir de diqelînin. Piştî ku baş tê kelandin, em vala dikin. Paşê em kilsê tevlî wê dikin. Ji bo dimsê em kilsê tevlî vê avê dikin. Dema li ber çêkirinê ye em hinekî jê ji bo dimsê û hinekî jê jî ji bo peloqê vediqetînin. Lê belê ji bo ev bibe peloq divê tîr bibe. Ji bo vê yekê jî em an hinekî arvan an jî hinekî nîşasta tevlî wê dikin. Em ji vê peloqê jî bastêq, benî û hwd. çê dikin."   Îzcî, anî ziman ku ew vana ji bo zivistanê çê dikin û dema ew zêde çê bikin kîloya van beran di navbera 15-25 lîreyî de difiroşin. Îzcî, da zanîn ku buhayê dimsê li gor qalîteya tiriyê ku pê hatiye çêkirin diguhere. Îzcî got ku dema mehsaran demeke xweş e, lê ev serdem mirovan diwestîne jî.   Zarîfe Îzcî (45) ku li ser banî peloqên ku ji bo bikin bastêq û benî li ser potikan hişk dike jî ev tişt gotin: "Ji bo xera nebe em li ber tavê hişk dikin. Li ser banî em li ser potikan radixin. Ber êvarî jî em bastêqên hişk bûne ber hev dikin. Yê ku bixwaze dikare kunciyan jî têxe nav bastêq û peloqê." Îzcî dest nîşan kir ku divê bi taybetî di qazanên sifir de bên kelandin û wiha got: "Tahma dimsa ku di qazanên sifir de tê kelandin xweştir e."