Zeytûnvan ji debara îsal ne kêfxweş in 2017-12-11 09:15:29 MÊRSÎN - Ji ber ku havîn hişk derbas bû, zeytûnvanên gundê Ûlaş ê Tarsûsê ji rewşa zeytûnan a îsal ne razî û kêfxweş in.  Cotkarên gundên navçeya Tarsûsa Mêrsînê ku gelek awayên zeytûnan ên Sarioluk, Gemlîk û Ayvalikê digihînin, ji ber ku havîna îsal pir hişk derbas bû ji zeyta zeytûnan tu tişt bi dest nexistin bi gazinc in. Cotkarên zeytûnan ên gundê Ulaşê diyar kir ku îsal buhayê zeytûnan zêde bûye û ji ber ku rûnê zeytûnan hindik bû wan nikaribûye berên xwe bifiroşin.    JI 2 TON ZEYTÛN, 400 TON ZEYTÛN DERDIKEVE   Îbrahîm Çîmen ê bi salane hilberîna zeytûnan dike, diyar kir ku ew ji zeytûnên zeviya xwe kêm jî be memnûnin û wiha  axivî: “Lê ji bo kirîna rûnê zeytûnan fiyatê wê destê mirovan dişewîtinê. Ger em zeytûnên xwe ji bo rûnê wan derxîn, bifiroşin fabrîqeyan bi 14 û 15 TL didin me. Lê bi 17 TL difiroşin derve.  Min ji baxçeyê xwe 2 ton zeytûn bi dest xistine. Îsal 300-400 kîlo rûnê zeytûna ji wan derket. Ev rewş ji bo me qet nebaşe.”   'DAXWAZ TUNE YE'   Bedrî Can jî, anî ziman ku her sala derbas dibe cotkarî xerabtir dibe û wiha axivî: “Di mehên havînê de tirî difiroşim. Ji wê jî pere qezenc dikim. Di 5 salên dawî de, tirî bi heman buhayî difiroşim. Lê her sal buhayên pêdiviyên cotkariyê yên mîna gubre û mazotê zêdetir dibin. Sala çûyî min ji 100 daran 2 ton zeytûn kom kirin. Îsal tenê tonek jê derket. Daxwaza ji bo zeytûnan îsal kêm bû. Ji zeytûnan me nikarî em rûn û berek baş bi dest bixin."    ‘EM NE MEMNÛN IN’   Xwediyê fabrîqeya zeytûnan a gundê Ulaş Ozgur Coşkun jî, destnîşan kir ku li gorî sala çûyî îsal berdarî kêm bûye. Coşkun, anî ziman ku îsal qet ne memnûn in û wiha bi dawî kir: “Zeytûnên ku ji 3 kîloyan kîloyek rûn didin, îsal ji 7 kîloyon tenê kîloyek rûn derket. Sedema vê yekê jî ji ber hişkbûyîna havînê bû."