'Heke mewzûata îskeleyê bê guhertin, wê cinayetên karî kêm bibin' 2017-12-12 09:32:17 KOCAELÎ – Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê pisporê tenduristiya kar Selçûk Karstarli wiha got: "Heke îskeleyên di înşeatan de tên bikaranîn li gor mewzûatê bên çêkirin, wê rê li ber nêviyê bûyerên ku dibin sedema mirinan bên girtin."  Li gor tomarkirinên sala 2017'an ên Meclîsa Ewlehiya Karkeran û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) di 11 mehan de herî kêm hezar û 851 karker jiyana xwe ji dest dan. Di cinayetên karî de herî zêde bûyerên dibin sedema mirinê di sektora înşeat, çandinî û veguhastinê de qewimîn. Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê pisporê tenduristiya kar Selçûk Karstarli, dest nîşan kir ku divê ji bo rêgirtina van cinayetan dewlet venêhartinan û tevdîran zêde bike.    ‘NE QEZAYA KARÎ, CINAYETA KARKERAN'    Karstarli dest nîşan kir ku divê mirina karkeran wek qeza neyê wesifandin û divê êdî ev pênase biguhere. Karstarli diyar kir ku herî zêde di sektora înşeatê de cinayetên karî çê dibin û ev tişt gotin: Di sektorên çandinî, înşeat û veguhastinê de zêde cinayetên karî diqewimin. A rast ev yek jî nîşan dide ku ka nenaskirina qanûnê çi qas zêde xwe dide der. Venêhartin û şopandin tune ye. Di sektorên ku karker ne rêxistinkirîne û taşerontî zêde ye rêjeya mirinê zêdetir e. Di sektora înşeatê de tu venêhartin tune ne. Li Tirkiyeyê birêveçûyîna sektora înşeatê û mezinbûna aboriyê wek hevdu tê hesibandin. Ji ber vê yekê dewletê hemû venêhartin ji holê rakirine.   Karstarli diyar kir ku pêvajoyeke nehuqûqî xwe daye der û ev yek dibe sedema zêdebûna cinayetên karî. Karstarli ev tişt gotin: "Mînaka wê ya herî hêsan; Heke îskeleyên di înşeatan de tên bikaranîn li gor mewzûatê bên çêkirin, wê rê li ber nêviyê bûyerên ku dibin sedema mirinan bên girtin. Li Tirkiyeyê îskeleyên tên çêkirin li gor mewzûata karî nayên çêkirin. Ev îskele bi awayekî qaçax nayên çêkirin. Kargehên ku baca xwe didin, heqê sîgortaya xwe didin van îskeleyan çê dikin, lê belê dewlet tenê li bac û prîma ku digire dinere. Venêhartinê nake. Hemû tiştên ku baca wan tên dayîn ji hêla dewletê ve wek tiştên rewa tên hesibandin."    Karstarli wiha got: "Heke bereke baca wê hatibe dayîn û bibe sedema mirinan û ev yek jî rewa bê dîtin, nexwe em ji vê re dikarin bêjin cinayeta ku baca wê hatiye dayîn."  Karstarli diyar kir ku di warê tenduristî û ewlehiya karkeran de hin gav hatine avêtin, lê belê ev gav têrê nakin. Karstarli got ku di Hezîrana sala 2012'an de bi navê "Ewlehî û tenduristiya Kar" qanûnek hat derxistin û bi vê qanûnê re mecbûriyeta xebitandi8na psipor û bijîşkan çê bû. Karstarli anî ziman ku bi vê qanûnê re hejmara bijîşk û pisprorên kargehan wek kargehên talûke, hindik talûke û li gor hejmara xebatkaran hat diyarkirin. Karstarli got ku di kategoriya talûke de ji bo 250 karkerî pisporek û ji bo 500 karkerî jî bijîşkek, ji bo 750 karkerî jî bijîşkek û ji bo kategoriya hindik talûke jî ji bo hezar karkerî bijîşkek hatiye diyarkirin. Kastarli dest nîşan kir ku mecbûriyeta xebitandina pisporan jî tiştek neguherand.    ‘DIVÊ RÊ LI BER RÊXISTINBÛYÎNÊ BÊ VEKIRIN'    Karstarli ji bo rê li ber cinayetên karî bê girtin ev pêşniyarî kirin: "Divê li cihên ku cinayetên karî lê diqewimin kardêr zanibin ku dê bi mueyîdeyên karî re rû bi rû bimînin û divê bi awayekî rastîn venêhartin bê kirin. Tevdîra din jî divê li kargehan rê li ber rêxistinbûyînê bê vekirin û ji bo sendîka li kargehan mafên karkeran biparêzin astengiyên li pêş wan bên rakirin. Divê sepandinên wek ên OHAL'ê ji holê bên rakirin û divê mafê jiyanê bê parastin."    MA / Elif Çetiner