'Êdî tu tahma hesinkariyê jî nema' 2017-12-13 09:33:00 MÊRSÎN - Li Tarsûsê Bîlal Balkarayê 60 salî ku 40 sal in hesin dikute û şikil didê wiha got: "Karê ku em dikin a rast di asasê xwe de karê paşveguherandinê ye, lê wek berê tu tahmek wê jî nemaye diqede."  Li Taxa 82 Evler a navçeya Tarsûs a Mêrsînê, hesinkarên ku bi salan bi kutana hesin debara xwe dikin, diyar kirin ku bi pêşketina teknolojiyê re êdî ew tu karî nakin. Yek ji van hosteyan Bîlal Balkarayê 60 salî ku 40 sal in hesin dikute û şikil didê, got ku bavê wî bi zorê ew hînî vî karî kiriye û wiha got: "Bavê min cotkar bû, pûlixên çandiniyê tim dişikiyan û ji ber pere têr nedikirin, min şand cem hesinkarekî." Balkara diyar kir ku piştî ew çûye leşkeriyê û vegeriyaye dikan vekiriye.    NE WEK BERÊ YE    Balkara, dest nîşan kir ku bi salan wî bi saya vî karî debara malbata xwe kiriye. Balkara diyar kir ku hesinkarî xebateke huneriyî ye, lê belê îro kutana hesin bala tu kesî nakişîne û her diçe pîşeya wan li hemberî teknolojiyê têk diçe. Balkara diyar kir ku kesê vî karî dike jî rojê 100 lîreyî qezenc dike, lê belê roja dinê dest vala vedigere dikanê. Balkara got ku wan berê hesin bi meqesan jê dikir, lê belê niha bi oksîjenê jê dikin û ev tişt gotin: "Piştî em hesin disincirînin em şikil didinê. Em baş dikutin û dikin alet. A rast karê ku em dikin di asasê xwe de karê paşveguherandinê ye, lê wek berê tu tahmek wê jî nemaye. Hema bêje qediyaye."    ‘10 SAL ŞÛNDE WÊ BIQEDE'    Kakerê bi navê Seyfullah Top jî dest nîşan kir ku 30 sal in ew vî karî dike û ev tişt gotin: "Piştî di 12 saliya xwe de sêwî mam, kalê min ez birim cem hesinkarekî. 30 salan min bi çakûç û keraneyan hesin kuta. Her ku teknolojî pêş ket kar jî qediya. Îro li Tarsûsê kêm kes vî karî dikin. Wê 10 sal şûnde ev kar bi temamî biqede."