Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe? 2017-12-14 09:33:55 ENQERE - Aborîzan Mûstafa Sonmez der barê hejmarên mezinbûnê yên di warê aboriyê de ku ji tişta dihat payîn bêtir derketin de ev tişt gotin: "Divê mirov bi hejmaran nexape. Ev rewş ne ew rewş e ku derbas bibe. Ma di aboriyeke ku mezin bibe de betalî zêde dibe?"  Li gor daneyên TUÎK'ê yên dawîn, hejmarên mezinbûnê yên der barê rewşa aborî ya Tirkiyeyê de ji tişta dihat payîn zêdetir derketin û daketiye ji sedî 11.1. Aborîzan Mustafa Sonmez daneyên hatin daxuyandin nirxandin û got ku divê kes bi hejmaran nexape. Sonmez wiha got: "Ev ne mezinbûneke ku berdewamiya wê hebe. Demborî ye û tenê ji bo carekê ye."    ‘DIVÊ HEJMAR KESÎ NEXAPÎNIN’   Sonmez aşkera kir ku hejmar xapînok in û ev tişt gotin: "Tişta li vir hevrû dikin, demsala gulînî ya îsal û demsala gulînî ya sala çûyîn e. Di demsala gulînî ya sala 2016'an de aborî mezin nebû, piçûk bû. Ji ber darbeya 15'ê Tîrmehê û tiştên piştî darbeyê qewimîn, ji pasteya dahateya neteweyî mezinbûn tune, piçûkbûn heye. Niha hejmarên mezinbûnê li gorî demsalan hevrû dikin. Bêguman hûn nikarin tiştekî piçûk bûye bi pasteya îro re rûqalî hev bikin, dê ji sedî 11 mezinbûnek derkeve holê. Sedema cotbûna vê hejmarê û sansasyoneliya wê, bi vê arîtmetîkê ve girêdayî ye."   ‘TIŞTEKÎ KU BÊ DEWAM KIRIN NÎNE’   Sonmez destnîşan kir ku di rêjeya (ji sedî 11) hatiye daxuyandin de ji ber bandora çavkaniyên cemaweriyê ye û wiha dewam kir: "Beşa mayî jî bi taybetî hikûmetê çavkaniyên cemaweriyê xebitandiye, ji bo derdorên sermayedar teşwîqek mezin afirandiye. Yanî bi rêjeyek mezin kredî dane. Ji bankayan re bûne kefîl û kredî peyda kirine. Piştî wê ji bo danûnstandin zêde bêkirin, ev demeke OTV û KDV'ê nadin xebitandin. Dîsa ji bo naveroka çavkaniyên hilberînê yên cemaweriyê xerc bikin, ji bo razemeniyan seferber bikin. Ji ber van tiştan hemûyan de mezinahiyeke rêje ji sedî 11 derket holê. Yanî beşeke wê arîtmetîk e û beşeke wê jî di demên asayî de tiştên ku dewletê nekirine, bi lez û bez dike. Bêguman aliyê wê yê aritmetîk nayê dubarekirin. Beşa teşwîqê ya çavkaniyên dewletê nayên dubarekirin. Ji ber ku ev ne bîra bêbinî ye. Dewlet her tim nikare wiha muafiyeta bacê bidomîne û garantiya e qas krediyan nade, ji ber ku di dawiya vê de kêmaniya butçeyê derdikeve holê. Ji ber wê ev ne mezinbûneke ku berdewamiya wê hebe. Tenê ji bo carekê derbasdar e."   ‘BI ÇAVKANIYÊN XWE MEZIN NABE’   Sonmez diyar kir ku mezinbûn xwe naspêre çavkaniyên cewherî, bi deynên ji derve girtiye mezin dibe û wiha domand: "Ruyekê madalyonê yê din jî heye. Yanî ev mezinbûn dibe, ev bi kîjan çavkaniyan mezin dibe. Tirkiye bi çavkaniyên xwe mezin nabe. Bi deynê ji derve girtiye mezin dibe. Bi derve re hem bi wadeyek dirêj hem jî bi wadeyeke kurt deyndar e. Di heman demê de kêmasiya butçeyê jî zêde dibe."   ‘DI ABORIYEK MEZIN DE BETALÎ NE PÊKAN E'    Sonmez derbirî ku li welatên ku aboriya wan mezin dibe, betalî li wir kêm dibe û ev tişt gotin: "Dê sibe dusibe dîsa hejmara betalan bê diyarkirin û dê bê dîtin ku betalî zêde bûye. Yanî aboriyeke ku mezin bibe, di wê de hejmara betaliyê ji sedî 13-14 nabe. Ev ne pêkan e. Heke mezinbûn hebe, divê mirov kar bibînin. Ma wê demê îstîhdam mezin dibe? Bilind nabe."   ‘PARA KARKER Û KEDKARAN KÊM BÛ’   Sonmez der barê kesên ji mezinbûnê para xwe negirtine de axivî û ev nirxandin kir: "Paste mezin bû wê demê çawa hat parvekirin. Parvekirineke wekhev heye? Dema em li vir jî mêze dikin û maşên ku ji pasteyê parê digirin, tê dîtin ku para wan kêm bûye. Yanî pasta mezin bûye, lê ji bo kekdar û karkeran parek nehatiye veqetandin."   Sonmez bal kişand ser axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên di Merasîma Xelatan a TUBA'yê de. Sonemz got ku Erdogan îdia dike ku aboriya Tirkiyeyê pir zû mezin dibe, lê belê Erdogan bi van gotinan her tiştî îstismar dike.    MA / Selman Guzelyuz