'Çavkaniya pirsgirêkan ne xebatkarên tenduristiyê ne polîtîka ne' 2020-02-19 17:02:00 AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo ku bale bikişînin dijhuquqiyên ku di qada tenduristiyê de tên jiyîn de û pêşiya çalakiya ku di 15’ê Adarê de li Enqerê yê pêkwere de daxuyanî dan çapemeniyê.   Platforma Tendirustî ya Amedê der barê tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê de li pêş Nexweşxaneya Perwerde u Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê daxuyaniyek li dar xist. Endamên Odeya Bijîşkan a Amedê (TTB), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî ya Şaxa Amedê (SES), Odeya Diransazan a Amedê, Pisporên Xizmetên Civakî ya Şaxa Amedê (SHU-DER) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "jiyan mafê me ye, em li dijî şîdetê ne" hatin berzkirin û pankarta li ser "em xebateke li qadên bêşidet dixwazin" nivîsandî hat hilgirtin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Endamê platformê Orhan Îlîm daxuyaniya bi kurdî xwed û bal kişand ser rewşa tundiyê û got: "Ji Projeya Veguherîna Tenduristîyê a 2003’an vir ve tê meşandin, li qada tenduristiyê pirsgirêk zêde bûne."    ‘PROJEYÊN DI QADA TENDURISTIYÊ DE PIRSGIRÊK VEGUHRANDIN PIRSGIRÊKINE KRONÎK'   Îlîm, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Hêza kar a tendurîstîyê hate vezelokî kirin, mantiqê performansê hate bicîhkirin, tenduristîya gel paş goh hate avêtin, xizmetên tenduristîyê bi pereyan ve hatin dayîn û bi alîyê nexweşxaneyên bajaran ve sazîyên tenduristîyê kete binê qontrola sektora taybet. Ev pêvajoya veguherandina tenduristîyê barê ser hemwelatîyan û kedkarên tenduristîyê diçe zêdetir dike.’   Endemê platformê Orhan Îlîm, rewşa bijişkan a ku tim rastî tundiya tên wiha anî ziman: "Em wek bijîşk, diransaz, dermansaz, veterîner, psîkolog, bîyolog, hemşîre, laborant, pisporên xizmetên sosyal, dîyetîsyen, memur, ebe, teknîsyenên lezgînî, teknîsyenên anestezîyê, teknîsyenên tenduristîya derdorê, teknîsyenên onkolojîyê, optîsyen, fizyoterapîst, xebatkarên tenduristîya malbatê, sekreterên tibbê, em wek hemu kedkarên tenduristîyê; em dibêjin ku pirsgirêka me xebatkarên tenduristîyê ya herî sereke tundîye."   ‘JI TUNDIYAN RE EDÎ BES E’   Îlîm axaftina xwe wiha domand: "Em wek kedkarên tenduristîyê tundîya li tenduristîyê de û polîtîkayên kû ji vê tundîyêre rê vedikin re dibêjin 'ÊDÎ BES E.' Em bawer dikin ku em ê xwedî keda xwe û pîşeyên xwe derkevin û em ê bi vê tekoşîna xwe ve vê tundiyê biqedînin. Em ê berpirsîyarîya xwe ya civakî û giştî bînîn cîh û em ê berdêlk a keda xwe bigirin.’   ‘BIJÎŞK NE BEXTEWAR IN’   Hevserokê SES'ê İbrahîm Kara di daxuyaniyê de der barê xebatkarên tenduristiyê de bal kişand ser rewşa bijîşkan ên ku di bin zor û zahmetiyan de kar dikin û wiha got: "Ji bo bextewariya mirovan bijîşk bi şevûroj dişuxilin lê ew bixwe jî ne bextewar in ji ber ku rastî tunidiyê tên. Li tu deverê qada jiyanê de kedkarên tenduristiyê rastî van neheqî û tundiyan nayin.’   ‘ÊDÎ EM NIKARIN BIŞIXULIN’   Endamên navendê yê TTB’ê Halîs Yerlîkaya jî der barê mijarê de ev tişt bilêvkirin: "Di nav şert û mercên heyî de êdî em nikarin bişoxulin, heta ku ev rewşa xerab neyê serarastkirin em ê çalakiye xwe berdewam bikin. Em sedemê pirsgirêkan dizanin. Em dizanin ku tundiya niha li ser qada tenduristiyê tê kirin ne derveyî tundiya ku li ser civakê têkirin e.’   Daxuyanî bi sloganan dawî bû.