Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine 2020-03-02 09:13:59 STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezolgû, diyar kir ku ji bo pêşî li bêkariyê bê girtin divê polîtîkayeka istîhdamê ya mayînde û pergaleke aboriyê ku xwe dispêre hilberînê bê afirandin û ev tişt got: "Divê polîtîkayên kedxwariyê bên terkandin."  Li Tirkiyeyê rejaya bêkariyê, piştî krîza aboriyê ya sala 2008'an gihîşt asta herî jor. Li gorî rapora Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku di meha sibatê de aşkera kir, rejeya bêkariyê ji sedî 13.4 e. Li gorî daneyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) rêjeya bêkariyê ji sedî 21 e. Weqayên întîharê yên ji ber bêkarî û bêdebariyê çêbûn jî vê tabloyê radixin ber çavan. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezolgû, polîtîkayên dema pêş ên DÎSK'ê û rojeva karkeran ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    'PÊŞANIYA ME RÊXISTINBÛN E'   Arzû Çerkezoglû, diyar kir ku ji bo têkoşîna ked û demokrasiyê peywirên girîng li benda wan in û wiha got: "Me di lîjneya xwe ya dawîn de nexşerêya 5-10 salan derxist. Rojeva me ya dema pêş a pêşanî rêxistinbûn e. Li Tirkiyeyê, ji karsazan bigire heta qanûnan her tişt li pêşiya sendîkabûyînê asteng e. Ji bo jiholêrakirina sendîkabûnê jikarderxistin jî di nav de her cûre tundî tê kirin. Ji bo vê yekê bêguman ji kesên welat bi rê ve dibin hêz digirin. Em ê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya rêxistinbûnê têkoşîn bidin. Divê karkerên ciwan bibin pêşengên tevgera sendîkabûyînê."    'DIVÊ ISTÎHDAMA MAYÎNDE BÊ AFIRANDIN'   Çerkezoglû, destnîşan kir ku bi qrîza aborî re heqdesta karkeran jî tê kêmkirin û ev tiş got: "Ji çar ciwanan yek jê bêkar e. Ji çar kesên bêkar yek jê mezûnê zanîngehê ye. Li dijî bêkariya jin û ciwanan, divê bernameyeke bi bandor bê amadekirin û bikeve meriyetê. Ne bi teşwîqkirina karksazan ne jî bi kêmbûna heqdestan pêşî li bekariyê nayê girtin. Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê divê gavên ku pirgirêkên jiyana kar çareser bikin bên avêtin. Di serî de jî ji bo vê yekê divê polîtîkayeka istîhdamê ya mayînde û pergaleke aboriyê ku xwe dispêre hilberînê bê afirandin. Heta divê hemÛ polîtîkayên kedxwarî û deyn bên terikandin."   MIROVAN HÊVIYÊN XWE WINDA KIRINE   Di ber dewama axaftina xwe de Çerkezoglû, da zanîn ku  istîhdam kêm bûye û aborî biçûk bûye û wiha Pêde çû: "Heke ji bo pêşî li bêkariyê bê girtin gav neyên avêtin, dê ev tabloya berdewam bike. Girêdayî vê yekê mirov êdî Hêvaiya xwe ya dîtina kar winda dikin. Winakirina hêvîya dîtina kar tê wateya windakarina hêviyên pêşeroj û jiyanê. Ji bo bi milyonan mirovan rewş ev e. Taybetî ji bo ciwanan ev dibe sedema întîharan. Ji bo vê mijarê dive demildest desthilat gav bavêje."   MA / Tolga Guney - Semra Tûran