‘Tu qîmeta karkerê kadroyê li Tirkiyeyê tune’ 2017-12-16 11:11:05 KOCAELÎ - Hikumeta AKP'ê bi sererastkirineke qanûnî dixwaze 900 hezar karkerên taşeronî wekî kadro bigire. Sererastkirina ku beyî pêşniyarên sendikayan tê kirin, hat rexnekirin. Endamê Meclisa ÎSÎG'ê yê Kocaeliyê Aykut Gunel sererastkirin rexne kir û ev tişt got: "Rêveberiya ku kadro û ne kadroyan ji hev venaqetîne dê tu feydeya xwe ji bo kadroyan tune be." Hikumet dixwaze bi sererastkirinê karkerên taşeronî wekî kadro di karên cemaweriyê de bixebitîne û ji ber sererastkirina qanûnî nîqaş zêde bûn. Serokomar Erdogan di 5'ê Kanûnê de di civîna koma AKP'ê de axivî û ev tişt got: "Ji bo kadrotiyê bidin karkerên taşeronî, dê di qada cemaweriyê de 450 hezar û di şaredarî û îdareyên taybet de 400 hezar karker bên xebitandin û ji bo wan derfetên kar bên sazkirin." Wezîra Ewlehiya Civakî û Xebatê Julîde Sarieroglu jî daxuyanî dabû û aşkera kiribû ku dê 900 hezar karker û bi 4 qedemeyan bigirin kar û di vê der barê de sererastkirina qanûnî dest pê kiriye, dê di demek kin de bê amadekirin.   Sendîkayên karkeran bal kişandin ser sererastkirina qanûnî û xwestin demil dest gavên pratîkî bên avêtin. Sendîkayan da zanîn ku qanûn bi serê xwe têrê nake û di vî warî de hişyarî kirin.   Endamê Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) Aykut Gunel, bal kişand ser daxuyaniyên hikumetê û heta niha pêşketinên ku derketine holê û qanûna naveroka wê nayê zanîn nirxand.   Gunel aşkera kir ku bi dayîna kadrotiyê dê bi tena serê xwe pirsgirêkên karkeran çareser nebe.   ‘HEMÛ KARKERÊN TAŞERONÎ NAGIRE NAVA XWE'   Gunel destnîşan kir ku pêşnûmeya qanûnî ya ku kadrotiyê dide karkerên taşeronî, di serê serî de bi kêmasî hatiye amadekirin û ev tişt got: "Ev sererastkirina qanûnî ya derxitine, beyî serlêdan pêşnîyara sendikayan dixwain amade bikin. Pirsgirêka duyemîn jî ew e dixwazin serê raya giştî tevlihev bikin. Li Tirkiyeyê ji sektora taybet û heta qada cemaweriyê qasî 2 milyon karkerên taşeronî heye. Qanûna ku dixwazin derbixin, milyonek karkerên sektora taybet nagirin nava xwe. Ev tenê ji 900 hezar karekrên taşeronî yên di qada cemaweriyê de bi butçeya navendî dixebitin, 450 hezar karkerî digire nava xwe. Meseleya kadroyên taşeronî tenê 450 hezar karkerî eleqedar dike."   ‘MESELEYA KADROYÊ NE TENÊ MESELEYA HEQDESTIYÊ YE’   Gunel da zanîn ku pirsgirêka herî girîng fikarên der barê jiyanê de ne, her roj herî kêm 5 karker li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin. Gunel aşkera kir ku her çendî gelek sedemên mirinên kar hebin jî sedema herî mezin bêewlehî, saetên sist ên kar e û wiha axivî: "Sedî 98'ê mirinên kar ji ber bêewlehiyê diqewime. Karkerên bê sendîka û bê ewlehî dixebitin, mirinên wan gelekî zêde ne. Qet nebe karkerên taşeronî derbasî kadrotiyê bibin dê mirinên karkeran kêm bibe. Meseleya kadrotiyê ne tenê meseleya heqên civakî û heqdestiyê ye, di heman demê de destkeftiyên karkeran li hemberî karmendan zêde dibe. Tekane mesele ne kadrotî ye. Divê di sendîkayan de xwe bi rêxistin bike, ji peymanên komî sûdê bigire."   'DEMA TU LI TIRKIYEYÊ VÎ HEQÎ BIXWAZÎ TÛ JI KAR TÊ AVÊTIN'    Gunel diyar kir ku ji dervehê heqdestiya karkerên taşeronî meseleya herî girîng ewlehiya kar e û wiha pê de çû: "Karkerekî ku ewlehiya karê wî tune be, li hemberî kesê kar dide hema bêje qet mafê wî yê bazarê tune. Dema li cihê kar der barê tenduristiya kar û ewlehiyê de pirsgirêkek derkeve, qanûna hejmara wê 6331'an derfeta rawestandina kar dide. Dema tu vî mafî li Tirkiyeyê bixebitînî, tu ji kar tê avêtin."   Gunbel anî ziman ku li kargehên sendîkayî û kadroyî hin pêkanîn pêk tên û wiha axivî: "Ev ji bo karkeran ewlehî ye. Ev tê wê wateyê divê li dijî pirsgirêk derkevin û pirsgirêkên heyî ji holê bên rakirin."   'KADROTÎ TENÊ TÊRÊ NAKE'   Gunel derbirî ku karkerên taşeronî bigirin kadrotiyê jî dê pirsgirêkên wan çareser nebe, aşkera kir ku karkerên ji taşerotniyê bigirin kadrotiyê, dê wekî karkerên memûr ne xwedî heman mafî be.   Gunel anî ziman ku qanûna ku tê xwestin amade bikin, bi madeya hejmara wê 4857'an dixwazin mafên kar bigirin bin ewlehiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema derbasî kadrotiyê bû û sendîkaya ku hatibe pêşiyarkirin hebe, mafê xwe yê endamtiyê bi dest dixe û mafên di warê hiqûqî de bi dest nexistibe bi dest dixe. Li Tirkiyeyê kadrotî jî êdî têrê nake. Îro li her derî mafê grevê qedexe ye. Bi taybetî wekî gefeke li dijî ewlehiya neteweyî tê dîtin û grev tên paşvexistin. Tu wateya kadrotiyê tune. Mafên peygama giştî, sendîka û grevê mafekî bingehîn e, lê hikumeta AKP'ê destûrê nade van mafan. Hikumeta AKP'ê di sala 2017'an de 5 grev bi fîlî asteng kir. Mesele derbasbûna kadrotiyê nîne, divê têkoşîna ku tê dayîn rast bê dayîn."   MA / Elîf Çetîner