Karkerên taşeron: Em naxwazin bibin pêlîstokê hikumetê 2017-12-17 10:26:14   ÎZMÎR - Hikumetê "Mizgîniya kadroyên taşeronî!" dabû karkeran, lê karker bi guman li vî sozê hikumetê dinhêrin û dan zanîn ku ew naxwazin bibin pêlîstokên hikumetê û xwestin xebatên taşeronî bên qedexekirin.   Hikumeta AKP'ê bi "Mizgîniya kadroyên taşeronî!" dixwaze pirsgirêkên karkeran çareser bike û diyar kir ku dê heta 4'ê Kanûnê karkerên girêdayî fîrmayên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) bikin kadro. Pêşnûmeya ku hêj naveroka wê zelal nebûye, tê gotin ku dibe di rewşa karkerên taşeronî de hin îstisnaî hebin û 100 hezar karkerên di şirketên şaredariyan de bi taşeronan re dixebitin, bi giştî milyonek karkerên taşeronî ji derveyê vê pêşnûmeyê bimînin.    Karkerên girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), diyar kirin ku karkerên di şirketên şaredariyan de dixebitin, heke ji derveyê sererastkirinê bên hiştin, ew ê vê yekê qebûl nekin.   ‘BILA TAŞERONÎ BÊ QEDEXEKIRIN’   Karkerê şaredariyê Dogan Gorer (40) destnîşan kir ku pergala taşeronî ji bo karkeran gelekî zehmet e, divê ev pergala bi tevahî bê rakirin û xwest bê qedexekirin. Gorer da zanîn ku divê ji bo hemû karkerên taşeronî mafên kadrotiyê bê dayîn û wiha got: "Divê ev sererastkirina kadrotiyê ji bo hemû karkeran wekî mafekî pê pêşkêşkirin." Gorel diyar kir ku ew ê pêvajoyê bişopînin, heta mafê wan daxwaza wan a kadrotiyê pêk bê dê li qadan bin, xwest di şirketan de pergala taşerontiyê bê qedexekirin, di warê ewlehiya kar de tevdîrên pêwîst bên girtin.   ‘ÇIRAYA DEWLETA DEREWKAR HETA RAZANÊ PÊ DIKEVE’   Akincan Bîrdal jî karkerê şaredariyê ye, anî ziman ku wan bi salan ji bo her kesî kadrotî xwestiye û ev tişt got: "Divê dewlet di bin navê kadrotiyê de kedkaran nexapîne. Heke pergala taşerontiyê ji holê bê rakirin, dê hemû hîle û xurde ji bolê rabin." Bîrdal diyar kir ku tenê daxwaza wan ew e her kesî wekî kadro bigirin û wiha pê de çû: "Dê di nava 3 mehan de diyar bibe. Gelek caran gotin em ê kadrotiyê bidin we nedan. Gitinek heye dibên 'Çiraya dewletê heta razanê pê dikeve.' Em ê li bendê bin ka çiqas rastiya vê heye."   ‘EZ BAWER NAKIM HIKUMET TAŞRERONTIYÊ BIQEDÎNE’   Karkerê şaredariyê Oguz Aydîl da zanîn ku dixwazin bi wedê kadrotiyê karkeran bixapînin, bawer nake ku dê hikumet pergala taşerontiyê biqedîne.    Aydîl bi lêv kir ku Tirkiye di warê mirina karkeran de di rêza yekemîn de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ewlehî û tenduristiya kar di asta herî jêr de ye. Em bang li hikumetê dikin ku tevdîrên vê yekê bigirin. Em difikirin ku taşerontiyê herî zêde di nava karê me de belav dikin. Em ê li dijî vê jî derkevin qadan. Divê hemû karker bibin kadro." Karkerê şaredariyê Ferdî Şen jî got ku ew naxwazin bibin pêlîstokên hikumetê û ev tişt got: "Heta dawiyê ji taşerontiyê re 'na.' Ji bo pêşeroja zarokên xwe, em kadrotiyê dixwazin."   ‘BILA ZIKÊ ME BI DEREWAN TÊR NEKIN’   Hakan Ozturk jî derbirî ku ew 8 sal e di şaredariyê de bi taşeron re dixebite û wiha dewam kir: "Ji bo em pêşerojek baş ji zarokên xwe re bihêlin, em kadrotiyê dixwazin. Divê hikumet dest ji polîtîkaya xwe ya 'karkerên erzan' berde. bila bi derewan zikê me têr nekin." Bayram Keskîn jî destnîşan kir ku beyî cudahî divê hemû karker bibin kadro ev nirxandin kir: "Di sala 2002'yan de hejmara karkerên taşeronî 250 hezar bû, di serdema AKP'ê de hejmara karkerên taşeronî derket 2 milyon û 500 hezar karkerî. Divê beyî ku cudahî bê kirin, ji bo her karkerî kadrotî bê dayîn."   MA / Rûken Demîr - Ayşe Surme