Karkerên Oz Îplîk Îş'ê derbasî Tekstîl Sen'ê dibin 2020-03-16 10:42:39   RIHA - Karkerên Ozak Tekstîlê ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê dixebitin, ji ber hevkariya wê ya bi karsaz re terka Oz Îplîk Îş'ê ya girêdayî HAK-ÎŞ'ê dikin û derbasî Tekstîl Sen'ê ya girêdayî DÎSK'ê dibin   Li Rihayê 450 karkerên endamên Sendîkaya Oz Îplîk Îş'ê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Hak (HAK-ÎŞ) ku li Ozak Tekstîlê ya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê dixebitin, ji Oz Îplîk Îş'ê veqetiyan, derbasî Sendîkaya Tekstîl Senê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bûn. Karkerên bi navê Gulay Çetîn, Tûgba Çetîn û Yûsûf Çali ku li Ozak Tekstîlê dixebitin û ji Oz Îplîk Îş'ê veqetiyan û derbasî Tekstîlê Sen'ê bûn, diyar kirin ku Oz Îplîk Îş ne li aliyê karkeran e û ji ber ku bi karsaz re li hev kirine bi tu pirsgirêkeke karker re mijûl nabin. Karkeran destnîşan kir ku ji ber derbasî Tekstîlê Sen'ê bûne Sendîkaya Oz Îplîk Îş'ê û karsaz tundiyê li wan dikin û gefa ji kar derxistinê li wan dixwin.