Fîrma ji karkeran dixwaze 'Bê heq' derkevin destûrê 2020-03-21 11:56:19   MÊRDÎN - Li Mêrdînê hat diyarkirin ku navendek kirîn û firotinê bi zorê belgeya “Ji ber tenduristya xwe û cemaweriyê dixwazim bê heq derkevim destûrê" bi personelên xwe dide îmzekirin.    Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi nexweşiya vîrûsa corona (Kovid-19) ketine 670 kes in. 9 kes jî bi vê şewbê mirine. Ji ber roj bi roj şewb belav dibe, rayedaran xwestibû kes ji malên xwe dernekeve. Lê aliyê din fabrîqe û navendên kar ên kirîn û firotinê forum û belgeyên “destûra bê heq" dixwazin bi personelan bidin îmzekirin. Ev forumê "Destûra bê heq" li Mêrdînê ku herî zêde betalî li pêş e xistin meriyetê.  Hat diyarkirin ku navendek kirîn û firotinê bi zorê belgeya “Ji ber tenduristya xwe û cemaweriyê dixwazim bê heq derkevim destûrê" bi personelên xwe dide îmzekirin. Li AVM ya Mova Parkê ya Navçeya Qoserê gelek fîrmayan forma "Destûra bê heq" dixwaze bi personelên xwe bide îmzekirin. Hat diyar kirin ku fîrmayan form li personelan îmze kir û ji wan xwest bê heq derkevin destûrê.