Esnafên biçûk: Ji bo me tu tiştek di pakêta Erdogan de nîne 2020-03-23 09:21:24 MÊRDÎN – Esnafên biçûk pakêta “Mertalê Îstîkrarê ya Aboriyê” ya hikumetê li dijî vîrûsa koronayê eşkere kir nirxandin û gotin: “Pakêt ji bo şirketên mezin hatiye derxistin.”  Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li ser navê hikumetê li dijî vîrûsa koronayê pakêta “Mertalê Îstîkrarê ya Aboriyê” eşkere kir û ragihand dê 100 milyar alîkariyê bikin. Lê ev pakêt ne ji derde karkeran re ne jî ji yê esnafên biçûk re bû derman. Esnafên biçûk ên navçeya Qosera Mêrdînê têkildarî pakêtê axivîn û diyar kirin ku xalek ji bo kêrî wan were û sûdê jê bigirin di pakêtê de nîne.    ‘LAZIM E ESNAFÊN BIÇÛK PIŞT GUH NEKIN’    Esnafê bi navê Abdulbakî Kanat diyar kir ku her meh ew neçarin mesrefên xwe razînin û got: “Esnaf digirîn. Xwedê dawiya me xêr bike. Divê destekê bidin esnafan û deynên wan ên krediyan werin taloqkirin. Pêwîste ji bo esnafên biçûk jî butçe were veqetandin.”    Ji esnafan Mahsûm Aydin jî da zanîn ku beriya şewba koronayê jî karê wan ne baş bûye û bi gefa vîrûsê re kare wan bi temamî têk çûye û got: “Dewletê esnafên biçûk ji nedîtî ve hat. Pakêtê hatiye eşkerekirin wê ji bo me derbasdar nîn be.”    ‘JI BILÎ KOLONYA Û MASKEYAN TIŞTEK DI PAKÊTÊ DE NÎNE’    Ji esnafan Mehmet Kûrgay da zanîn ku hefteyek e karê wan qet nabe û got: “Girtina salonên dawetê bandorê li ser esnafan kir. Em hemû kirê didin. Heke wisa dewam bike wê esnaf top biavêjin. Çekên me û kiriyên me hene. Li hin bajaran hatiye gotin dê ji kirêvanan pere neyê sitendin. Li Qoserê jî dikarin bi heman rengî tiştekî bikin. Heta ku esnaf xwe li ser pêya digirin. Berevajî vê yekê bibe dê rewşa esnafan qet baş nebe. Ji bo me esnafên biçûk tu tiştek di pakêta aboriyê ya Erdogan de nagire. Her tişt ji bo esnafên mezin hatiye kirin. Ji bo esnafên biçûk tenê kolonya heye. Ji bilî kolonya û maske tu tiştek ji esnafê biçûk re nîne.”    ‘DIVÊ DEMILDEST DERFET BÊN AFIRANDIN’    Esnafê bi navê Diyar Alan jî destnîşan kir ku esnaf di rewşek şerpeze de ne û got: “Heke em dikanên xwe venekin wê kî heqê kirêya me, fatûreyên av û ceryana me bide. Divê demildest ji bo esnafên biçûk jî derfet werin dabînkirin.”   MA / Ahmet Kanbal