'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne' 2020-04-07 09:01:23   EDENE - Endama Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Karkerên Çandiniyê Leyla Karakaş, anî ziman ku li dijî pandemiyê heger karkerên çandiniyê neyên parastin wê ewlehiya zexîreyî jî têkeve xetereyê.    Endama Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Karkerên Çandiniyê ya Şaredariya Seyhanê Leyla Karakaş, di pêvajoya vîrûsa coronayê (Covîd-19) de rewşa karkerên çandiniyê nirxand.    Karakaş, anî ziman ku li gorî daneyên Mijdara 2019'an de li bejahiya Edeneyê 47 deverên konvedanê yên demborî hene û got, li van devaran bi giştî 2 hezar û 202 kon hene û 9 hezar û 600 jê zarok nêzî 15 hezar kes di van konan de dimînin. Karakaş, diyar kir ku li bejahiya Seyhanê jî 818 jê zarok bi giştî hezar û 261 kes di konan de dimînin. Karakaş, da zanîn ku li van di warê ava vexwarin, tuwalet, serşo, germkirin, ceryan, paqijî û zemînê de kêmasî hene.    LEPIK Û MASKE HATIN BELAVKIRIN    Karakaş, anî ziman ku di sala 2019'an de li devera kon lê hatine vedn lêkolîn kirine û piştî lêkolînê pêdiviyên wan hatine peydakirin û di warê tenduristiyê de hatine kontrolkirin. Karakaş, diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê de li qada Karagoçer a konan û li devera konên ku di nav sînorên Seyhanê de hatine vedan paqijî kirine. Karakaş, got: "Hin karkeran bi derfetên xwe maske û eldîven kirîne. Her wiha hefteya borî hemû dever hatin dezenfektekirin. Lê divê ew dever tim bê dezenfektekirin. Vê hefteyê ji bo karkerên çandiniyê biryara peydakirina amûrên parastinê hat girtin. Wê di nêze bên peydakirin. Maske û lepik hatine belavkirin. Walîtiya Edeneyê amûrên parastinê belav kirin."    'DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN'    Karakaş, anî ziman ku ji bo karkerên çandiniyê negirtina tevdîran wê bibe cihê talûkeyeke mezin û got: "Ligel vê li dijî pandemiyê hege rkarkerên çandiniyê neyên parastin wê ewlehiya zexîreyî jî têkeve talûkeyê. Loma divê dewlet, rêveberên herêmî, saziyên fonê û rêxistinên civaka sivîl demildest li van deran tevdîran bigirin."    MA / Hamdûllah Kesen