‘Li fabrîkeyan divê hilberîn bê sekinandin, derxistina ji kar bê qedexekirin' 2020-04-09 09:04:22   KOCAELÎ - Serokê Şaxa Bîrleşîk Metal-Îş'ê ya Gebzeyê Selçûk Çîftçî, destnîşan kir ku di pêvajoya şewba coronayê de li fabrîkeyan dvê hilberîn bê rawestandin û derxistina ji kar bê qedexekirin.    Piştî şewba Covîd-19 li Tirkiyeyê belav bû, îqtidar di bin navê têkoşîna li dijî şewbê de tim gazî dike ku her kes "di mal de bimîne". Lê belê ji ber ku li fabrîkeyan hê jî hilberîn didome karker bi xetereyeke mezin re rû bi rû dimînin. Hefteya borî li Gebzeyê li fîrmaya Sarkûsyanê di karkerekî de vîrûs hatibû tespîtkirin û ji ber vê 600 karker dev ji kar berdabûn. Paşê rêveberiya fîrmayê jî ragihandibû ku ji bo du hefteyan hilberîn dane sekinandin. Roja ev bûyer qewimî Walîtiya Kocaeliyê jî giştînameyek derxist û ragihand ku li seranserê bajêr devjêberdana kar qedexe ye. Piştî bertakan walîtiyê qedexe rakir.    Serokê Şaxa Jimare 1 a Bîrleşîk Metal-Îş'ê Selçûk Çîftçî rewşa li fabrîkeyan nirxand.    Çîftçî, anî ziman ku hefteya borî li li fabrîkeyekê "Covîd-19" hatiye tespîtkirin û ji ber vê karkeran mafê xwe yê "devjêberdana kar" bi kar aniye, lê belê dîsa jî rêveberiya fabrîkeyê biryara berdewamiya kar daye. Çîftçî, destnîşan kir ku lê ji ber ku karkerên li fabrîkeyê xwe bi rêxistin kirine biryara hatiye girtin pêk anîne û got: "Ji wê rojê de em hilberînê nakin. Ji xwe biryara hatiye girtin ji bo tenduristiya mirov hatiye girtin. Em sendîka, bûn şopdarê vê bûyerê. Piştî devjêberdana kar hejmara weqayên coronayê zêde bûne û heya niha di 7 kesan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin."   REWŞA KARKERAN    Çîftçî, anî ziman ku li fabrîkeyên ku sendîkaya wan xwe birêxistin kiriye tevdîr bêtir tên girtin û bi awayekî hilberîn hatiye sekinandin. Çîftçî, destnîşan kir ku li herêma Kocaeliyê gelek kargehên bêrxistinbûyî hene û got: "Li wan deran tevdîr tên girtin? Em dibînin ku li gelekan jê tevdîr nayên girtin. Wekî gelek deverên Tirkiyeyê tevdîrên li herêma me jî kêm in. Li fabrîkeyan karker di nav hev de ne, li xwaringeh û serwîsê bi rîskeke mezin re rû bi rû dimînin."    DAXWAZ    Çîftçî, destnîşan kir ku ji roja ev şewb dest pê kiriye sendîkaya wan daxwazên xwe bi israr tîne ziman û daxwazên sendîkayê bilêv kirin: "Tevdîrên tên girtin ji hêla teknîkî ve divê hev temam bikin. Derxistina ji kar divê bê qedexekirin, hilberîn divê bê rawestandin. Piştî rawestandina hilberînê di serî de kedkar bi giştî jî hemû mirov divê bêheq testa wan bê kirin. Qedexeya derketina derve divê bê îlankirin. Piştî vana ancax em dikarin bi ser bikevin. Ketin û derketina bajaran hatiye qedexekirin, lê belê ev ji bo karkeran nehatiye qedexekirin."