Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin! 2020-04-10 09:01:03 STENBOL - Esnafên Stenbolê bal kişandin ser xisara xwe ya di dema şewba vîrûsa coronayê de û gotin: "Em li benda hikûmetê û çareyekê ne, lê hikûmet jî li bendê ye em çareyekê bibînin."  Ji 16'ê Adarê ve li Tirkiyeyê hema bêje gelek kargeh ji ber vîrûsa coronayê hatine girtin. Esnafên Stenbolê bal kişandin ser xisara xwe ya di vê serdemê de û xwestin meseleya wan bê helkirin.    Esnaf Recep karasû ku li Aksarayê dikana wî ya kincan heye, anî ziman ku ji ber şewbê demekê dikana xwe girtiye lê belê ji ber fatûre û heqê kirê ketine ser hev ji mecbûrî dîsa dikana xwe vekiriye. Karasû, diyar kir ku heger şewb dewam bike ew ê pir bixisirin û got: "30 rojên me tiştek jî qezenc nekiriye. Zirara me zêde ye. Gelo wê dewlet heqê zirara me bide? Lê ji weziyeta dewletê kifş e ku wê nede."    'HIKÛMET LI BENDÊ YE EM ÇAREYEKÊ BIBÎNIN'   Esnaf Mûstafa Bayram jî ku dikana wî ay zebze û fêkiyan heye, anî ziman ku piştî şewbê rewşa karê wan pir xirab bûye. Bayram, ji hikûmetê xwest gavekê bavêje û got: "Ji xwe rewşa aboriyê pir xirab bû. Bi vê şewbê re êdî bi kesî re pere jî neman. Wê ev mesele çawa hel bibe? Ê ku hel bike dewlet e. Em li bendê ne hikûmet çareyekê ji me re bibîne, lê hikûmet jî li bendê ye em çareyekê bibînin."    2 KES JI KAR DERXISTIN    Esnaf Îbrahîm Aktaş jî 20 sal in amûrên aksesûarî difiroşe. Akraş, destnîşan kir ku piştî şewb belav bûye hema bêje karê wan nemaye û got: "Ji ber şewbê min 2 kesên li cem min dixebitîn ji kar derxistin. Niha betal in, wê çawa debara xw ebikin? Divê dewlet alîkariya kardêr û karkeran bike."    Nejdet Ozten ku di sektora otomotîvê de dixebite, destnîşan kir ku di nav vê mehê de 15 hezar zirar kirine û got: "Gelo piştî şewbê wê rewş bibe wekî berê? Zehmet e." Ozten, anî ziman ku rewşa esnafan qet nebaş e û got: "Divê dewlet ji bo vê zirarê tiştekî bike."