Rewşa esnafên Sûrê ne tu rewş e 2017-12-21 09:05:12 AMED - Di nûçeyên der barê aboriya Sûrê de ku dihat diyarkirin rewşa aboriya Sûrê baş dibe, lê esnafên Sûrê dibêjin ku ew ber xwe nabînin û rewşa wan ne tu rewş e. Di ser şerê li Sûra Amedê pêk hat re du sal derbas bûn, lê hîn jî esnafên Sûrê bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne. Çapemeniya aydê dewletê bi nûçeyên der barê aboriya Sûrê re, dixwaze bêje ku aboriya Sûrê baş bûye, lê li gor daneyên sala 2017'an ên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê piştî bûyerên li Sûrê hejmara kargehên biçûk ji sedî 43 kêm bûye, ji sedî 82 karê esnafên li nav Sûrê kêm bûye û ji sedî 7'ê kargehan jî bi temamî karê wan qediyaye. Ji ber krîza aborî li Sûrê gelek dikanên valabûyî li ber çavan dikevin û esnafên li navçeyê destnîşan dikin ku ew roja xwe xelas nakin. Her wiha ji ber xebatên rê yên li Kolana Melîk Ahmetê ku ji meha Tebaxê ve didomin esnaf nerazî ne û dibêjin rê hêdî hêdî tê çêkirin û ji ber vê ew tu karî nakin.    ‘MALÊN EM TÎNIN DI DEST ME DE DIMÎNIN'    Esnafê bi navê Bunyamîn Ceylan, anî ziman ku 15 sal in ew li Çarşiya Şewitî kincên gelêrî û amûrên diyariyê difiroşe. Ceylan got ku Sûr navenda sektora xizmetê ya Amedê ye, lê belê ji ber polîtîkayên ewlehiyê û rûxandinê esnafên Sûrê bi milyaran xisirîne. Ceylan diyar kir ku esnafên Sûrê debara xwe bi çavkaniyên turîzmê dikirin û ev tişt gotin: "Ji ber şer û koçberiyê piyase bi temamî rawestiya. Dema polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê jî lê bên zêdekirin hema bêje turîstên xwecihî û biyanî qet nayê û ev yek jî dibe sedema ku malên me di dest me de bimînin."    Binyamîn got ku li gor du sal barê karê wan ji sedî 80'ê ketiye û ev tişt gotin: "Restorekirina dikanan di warê aborî de tu bandoreke erênî li esnafan nake. Ya ku mirovan bedew dike hez û yekîtî ye. Dema ev tune bin ez ê çi bikim ji xweşikbûyîna fizîkî ya mekan. Sûr tê restorekirin. Vê yekê ji bo kê dikin. Piştî ku mirov neyên û nebînin bi kêrî çi tê. Li cihekî ku mirov bi tirs tênê, wê aborî çawa pêş bikeve. Wê esnaf çawa bi rihetî karê xwe bike. Ya ku bajar xweşik dike ne loda keviran e, mirov û esnafên wê ne."    Tûncay Çakici (33) yê li Kolana Gaziyê tûtinvaniyê dike got ku ji ber pevçûnên qewimîn kes nayê Sûrê. Çakici ev tişt gotin: "Kesên tên jî naşibin turîstên biyanî. Kesên ji bo serdanê tên vir tevî qeyûm an jî rayedarên şaredariyê diçin Xana Hesen Paşa an jî Xana Sulukluyê. Kesên rêberiya kesên tên dikin, nahêlin ji Xana Hesenpaşa wirdetir biçin. Mînak sohbeta bi esnafekî navçeyê re qedexe ye."    ‘HEKE ABORÎ BAŞ BÛNE NEXWE JI BO ÇI JI SEDÎ 40'Ê DIKANAN GIRTIYE'    Çakici got ku tadîlata ku li kolanan û dikanan didome bi taybetî esnafên di kirê de ne zêde mexdûr dike û ji bo dikanên xwe negirin esnaf li ber xwe didin. Çakici dest nîşan kir piştî şerê li Sûrê esnafan ber xwe nedîtiye û ev tişt gotin: "Ji sedî 40'ê esnafan dikanên xwe girtine. Yên mayî jî li ber xwe didin." Çakici got ku ev jî nîşan dide ku nûçeyên der barê aboriya Sûrê ku tê diyarkirin aboriya Sûrê baş bûye rastiyê nadin der. Çakici wiha domand: "Em ji sibehê heta êvarî serfetihê nakin, lê di bîlboardan de nivîsên Sûr bedew dibe, aboriya Sûrê baş dibe tê nivîsandin. Madem aborî baş bûye, nexwe ji bo çi esnaf dikanin xwe digirin. Ev tadîlat, çewisandin, hêza siyasî Amedê qedand. Tiştên çapemeniyê derew in, em êdî baweriya xwe bi kesî nayînin." Çakici diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de wî rojê di navbera 700-1000 lîreyî de qezenc dikir, lê belê ew niha hema bêje ew serfetihê nake.    Abdûllah Avşa (58) jî anî ziman ku nûçeyên der barê aboriya Sûrê de ne rast in. Avşa dest nîşan kir ku her wiha li gel vê piyaseya westdar xebatên çêkirina rê jî bandoreke neyînî li rewşa wan dike û ev tişt gotin: "Her ku ev xebat dirêj dajon em zirarê dikin. Ji havînê ve ev xebat didomin. Dema em bertekê nîşan didin tê gotin ku wê her tişt baş bibe. Lê tu tişt baş nabe."    Hasan Egeyê ku 23 sal in li Kolana Înonuyê otelê bi rê ve dibe, got ku nêzî du salan e hejmara mişteriyên wan ji sedî 7'an derbas nake. Ege diyar kir ku li gor salên berê niha ji sedî 75-80 mişteriyên wan kêm bûne û ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên li herêmê tên sepandin kes naxwaze were Amedê.     MA/ Esra Solin Dal