Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e 2020-04-11 12:55:50   STENBOL – Nûnerên Sendîkayan bertek nîşanî ragihandina qedexeya derketina derve ya du rojan dan û gotin: “Ji bo nava hefteyê karker û kedkar karê bidin patronan qedexe nekirine. Karkeran dişînin mirinê.”    Nûnerên sendîkayan bertek nîşanî ragihandina qedexeya derketina derve ya du rojan dan. Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Rê û Înşatan ên Şoreşger (Dev-Yapi-İş) Ozgur Karabûlût diyar kir ku qedexeya derketina derve ya du rojan li dijî aqilan e û got: “Wezîrê tenduristiyê derdikeve dibêje pêvajoyê kontrol kirine, du saet şûn ve wezareta Karê Hundir radibe biryara qedexê radigihîne û civakê dixe nava panîkê. Di vir de jî diyar dibe ku pêvajoyê ji hev jî vedêşirin û zelal nameşînin. Li aliyekî dibêjin li malê bimînin li aliyekî jî bi milyonan karker didin xebitandin. Di nava du saetan de kuçe û kolan veguherîn qadên mitîngê. Vê yekê jî xizmet ji belavbûna şewbê re kir. Nava hefteyê karker û kedkaran didin xebitandin. Ji bo berîka wan û patronan tije bikin û karê bidin wan. Karker û kedkaran dişînin mirinê. Ne di xema rayedaran de ne. Dawiya hefteyê qedexe nava hefteyê serbest. Dema viya dikin jî bi awayek panîk dixin nava xelkê dikin. Ji bilî kargehên pêdivî pê heye dDivê hemû kargeh werin girtin. Pêwîste karkeran derxin destûrê û meaşê wan bidin wan.”   ARSLAN: JI BO KARA PATRONAN E   Nûnerê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (DERÎTEKS) ê Stenbolê Veysel Arslan jî biryara qedexeyê rene kir û got: “Biryarek wiha ji nişkeve nabe. Bi lez û bez nabe. Hema biryar dan qey vîrûs qediya. Naxêr. Di warê tevdîran de karkeran ji herî biryara dawî re berdane. Vê biryarê bandorek mezin li ser karkerên tekstîlan jî kiriye. Bêyî bi milyonan karker û malbatên wan werin fikirandin vê biryarê ragihandine. Ji bo vê nexweşîna koma herî zêde bi rîsk e karker in. Bi vî awayî qedexe negihîşt armanca xwe. Vê biryarê ji bilî ku di nava xelkê de panîk çê bike kêrî tiştek din nehatiye. Wek ku xêr kirine qedexe radigihînin. Bi taybetî jî her du rojên dawiya hefteyê me gelek dide fikirandin. Vê yekê ji bo kara patronan dikin.”