Di sibatê deynê îthalatê bi 1.23 milyar dolarî ji îxracata Tirkiyeyê zêdetir bû 2020-04-13 12:08:22   ENQERE - Li gorî hesabê ferqa navbera hatina hilberîna îxracê û kirîna hilbernên îthalat, di meha şisatê de deynê Tirkiye derket 1,23 milyar dolarî.    Di salên dawî de hilberîna ku Tirkiye îxracat dike kêm dibe û hilberîn (mal) ê ku Tirkiye ji derve îthal dike zêde dibe. Ji ber ku heqê hilberîna îxracatê têra kirîna malên îthal nake meh bi meh deynê Tirkiye zêde dibe. Li gorî ferqa carî (Ferqa kêmbûna malê hatiye îxrackirin a li gorî halê hatiye îthalkirin) deynê Tirkiye di meha sibatê de derket 1.23 milyar dolarî. Dîsa ferqa carî ya 2 mehan derket 2,84 milyar dolarî. Di meha Çile de deynê Tirkiye yê derve yê malê îthal 1,8 milyar dolar bû. Li gorî daxuyaniya Banka Navendî 1.172 milyon dolarê DYA zêde bû û ferqa navbera hatin û çûyina mal derket 729 milyon dolarê DYA'yê.