‘Dewlet ji bo berjewendiyê karmendan saziyan tune dihesibîne' 2017-12-21 14:51:37 ENQERE - Berdevkê Herema Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfur Gorgun, diyar kir ku bi mezinbûna enflasyonê re heqdestiya herî kêm heliya ye, ji bo berjewendiyên karmendan dewlet rêveberî û saziyan tune dihesibîne. Sendîkaya Genel Îşê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), der barê hevdîtinên heqdestiya herî kêm a sala 2018'an û Medyaya Neteweyî ya der barê daxwazên çîna karkeran de daxuyanî da. Bi dehan kes tev li daxuyaniyê bûn. Berdevkê Herêma Enqereyê ye DÎSK'ê Tayfun Gorgun, da zanîn ku rayedarên hikumetê ji hemû karkeran "fedekariyê" dixwazin û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê fedekariya herî mezin dikeve ser milê karkeran. Bi milyonan karker hene, fona bêkariyê wekî teşwîqê didin karmendan. Beşa bacê ya herî zêde karker, kedkar didin."   Gorgun aşkera kir ku bi milyonan karker di bin sînorê birçîbûnê de ne, bi milyonan karker bê sendîka û beyî peymana giştî dixebitin û wiha pê de çû: "Sedî 30'ê xebatkaran ji ewlehiya civakî bê par e. Karkerên taşeronî bi dehan salan ji derveyê hiqûqê bê kadrotiyê xebitandin. Dema saeta xebatê ji ya Ewropayê gelekî zêdetir e. Tenê di 11 mehên sala2017'an de herî kêm hezar û 851 karkeran di kar de jiyana xwe ji dest da. Karker canê xwe 'feda' dikin, beşeke patronan 'karê' bi dest dixin."   Gorgun destnîşan kir ku heqdestiya heî kêm ji dewlemendiya neteweyî para xwe nagire, di salên dawî de ji ber enflasyon bilind bûye, heqdestiya herî kêm heliya ye. Gurgon, da zanîn ji sala 2004'an vir ve, her dem heqdestiya herî kêm paşve çûye û li gorî rêjeya 2004'an, sedî 30 kêm bûye.    Guron anî ziman ku heqdestiya herî kêm li hemberî enflasyonê heliya ye û wiha got: "Heqê karkeran tê xespkirin. Divê heqdestiya herî kêm hezar û 950 TL be, lê gelekî di binê vê de ye."