Karkerên medene kirin qampa xebatê 2020-04-15 12:04:30   MANÎSA – Sendîkaya Karkerên Serxbixwe yên Medenê, diyar kir ku li gel vîrûsa koronayê jî li kanên medenê yên Somayê bêyî girtina bergiriyan xebat li karkeran tê ferzkirin û Kargeha Medenê ya Polyakê 700 karkerî kiriye qampê û xebat li wan ferz dike.   Lîjneya Rêveberiya Sendîkaya Karkerên Serxbixwe yên Medenê, di çarçoveya vîrûsa koronayê de têkildarî rewşa kanên medenê yên li navçeya Somayê ya Manîsayê daxuniyeke da. Sendîkayê, ragihand ku li Somayê vîrûs belav dibe û kesên ku bergiriyan nagirin dê bibin berpirsyarê encamên ku telafiya wan nikare bê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku terciha di navbera mirin û birçîbûnê de li karkerên medenê tê ferzkirin û bergiriyên vîrûsa koronayê nayên girtin.   KARKERÊN KU TESTA WAN POZÎTÎF DERKETINE   Sendîkayê, bi bîr xist ku beriya çend rojan li Kargeha Medenê ya Îmbatê 3 karkeran jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Karkerên ku ji bo xebatên lêgerînê dev ji kar berdabûn vedixwînin xebata telafiye. Tê gotin ku pere ji karkerên naçin xebatê bê birîn. Weqeyeke din a vîrûsê derket holê. Karkerên k udi heman komê de xebitîn şandin malê wan. Agahiyên zelal derbarê rewşa karkerê ku testa wî pozîtîf derketibû nayên wergirtin. Bi giştî 4 hezar û 900 karker li vê kargehê dixebitin. Tê gotin ku hê jî di seriya 3 hezaran de karker dixebitin.”   LI KANÊ JI BO KARKERAN QAMP ÇÊKIRIN   Sendîkayê, ragihand ku li Kargeha Medenê ya Polyakê jî qampeke mîna qampa dîlgirtiyan hatiye amadekirin û têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Konteynir li qada kanê hatine bicihkirin û ji bo heta 30’ê Hezîranê bixebitin 700 karkerî kirine van konteyniran. Testên karkeran dikin û karkerên ku testên wan pozîtîf dertin dişînin malên wan. Tê gotin ku testa 20 karkerî pozîtîf derketiye. Nêzî 350 karkerî jî derxistin destûra bê pere. Xwarin bi awayekî komî tê xwarin û heta 30’ê hezîranê derketina ji qampê ji karkeran re hatiye qedexekirin. Li kargehê karkerên çînî jî hene.”   DAXWAZA DESTÛRA BI PERE   Di berdewama daxuyaniya xwe de sendîkayê, destnîşan kir ku li Kargeha Medenê ya Demîr Exportê û Kargeha Medenê ya Kolînê jî bêyî ku bergirî bên girtin xebat tên berdewamkirin û ev tişt got: “Em bang li karsazên medenan dikin ku ewlehiya kar û tenduristiya karkeran bigirin, bi rêkûpêk kontrolên wan bikin û demildest wan derxin destûra bi pere.”