KESK: Girtiyên siyasî terkî mirinê kirin 2020-04-15 15:25:20   WAN – KESK’a Wanê nexşeya vîrûsa korona ya Wanê belav kir û diyar kir ku bi nedaxilkirina girtiyên siyasî ya guhertina yasaya înfazê girtiyên siyasî terkî mirinê kirin.   Platforma Şaxan ên KESK’ê ya Wanê nexşeya vîrûsa koronayê bi raya giştî re parve kir. Li ser navê Platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Wanê Zekî Seven daxuyanî da. Seven komkujiya Helepçeyê di sala 1988’an de ji aliyê dîktator Saddam Huseyîn ve pêk hat bi bîr xist û qetilkirin bi hezaran kurd şermezar kir.   Seven da zanîn ku li gorî daneyên li ber destê sendikaya wan li Wanê bi giştî testa 52 kesan a koronayê pozîtîf derketiye û testa 100 kesî jî hêj bi encam nebûye û 10 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane. Seven got li Wanê bi giştî 14 dever di karantÎnayê de ne û li navçeya Ebexê 2 gundên jî xistine karantînayê û 10 testên din jî pozîtîf derketine.   Seven biryara qedexeya derketina derve ya ji bo du rojan jî rexne kir û got: “Biryar bi awayek xeşîm hatiye sepandin.” Seven bal kişand ser destûra karkeran jî û got: “Divê meaşê karkeran bi destûr were dayîn û bê şert û merc tam were razandin.”   Seven destnîşan kir ku nedaxilkirina girtiyên siyasî ya guhertina yasaya înfazê girtiyên siyasî terkî mirinê kirin.