Karkerên rêya trênê di çalakiye de ne 2020-04-16 12:38:04   MÊRDÎN - Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdinê, karkerên rêya trênê ya Fabrîqeya Etî Bakir a aydî Holdînga Cengîz, bi boneya şert û mercên kar şermezar bikin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdinê, karkerên rêya trênê ya Fabrîqeya Etî Bakir a aydî Holdînga Cengîz, yên di navbera rêya Mêrdîn û Amedê de kar dikin, bi boneya şert û mercên kar bêne rastkirin û daxwazên wan pêk bê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Karkeran duh dest ji kar berdan û îro dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Rêveberiya fabrîqeyê jî ev yek kir hincet û 128 karkerên fabrîqê nexistin hundir. Li ser helwesta rêveberiya fabrîqeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Karkeran diyar kirin ku di vê pêvajoya şewba vîrûsê de karker li hindurê fabrîqeyê tên girtin. Karkeran destnişan kirin ku di vê pêvajoyê de karkeran li hundir didin xebitandin û jiyana wan di bin rîskê de ye. Karkeran diyar kirin ku dixwazin şert û mercên wan ên kar bêne başkirin. Karkeran anîn ziman ku rêveberiya fabrîqeyê ji wan xwestiye ku 15 rojan di hundirê fabrîqeyê de bimînin û piştî 15 roj bi dawî bû xwestin biçin mal, lê destûr nedan wan. Karkeran anîn ziman ku berê rojê 12 saetan kar dikirin, lê niha ev yek derxistine 14 saetan û mafê wan tê xwarin. Karkeran xwest şertê kar bê rastkirin û heqê wan bê zêdekirin. Karkeran ji bo mafê xwe bixwazin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.