DÎSK: 4 endamên me jiyana xwe ji dest dan, 257 jê bi vîrûsê ketin 2020-04-16 14:36:53   STENBOL – DÎSK-AR, ji ber vîrûsa koronayê di nava endamên xwe de lêkolin kir û di rapora amadekirî de, diyar kir ku 4 endamên wan jiyana xwe ji dest dan û 257 karker jî bi vîrûsê ketin.   Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), rapora têkildarî endamên DÎSK’ê ya ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) amade kiribû ji raya giştî re aşkere kir. Hat diyar kir ku rapor her heftê tê nûkirin û rewşa kargehên DÎSK lê bi rêxistinkiriye tê nirxandin. Di raporê de hat diyar kir ku şewba Kovîd-19 bandorekê mezin li ser jiyana xebatê dike û wiha hat gotin: “Ji derveyî karên lezgîn û pêwîst, hilberîn dewam dike. Ev rewş karkeran bi vîrîsa koronayê re tîne beramberî hev. Ji ber vê karker neçar dimînin ku di navbera karê xwe û vîrûsê de tercîhekê bikin.”   BI 257 KARKERAN DE VÎRUS HAT DÎTIN   Di dewam raporê de, hat dest nîşan kirin ku divê di çarçoveya têkoşîna bi şewbê re hin rêze bergirî bên girtin û wiha hat domandin: “Ji karkerên endamên DÎSK’ê herî kêm 257 kes bi vîrûsê ketin. Testa wan pozîtîf derketiye. Rewşa 407 karkeran jî bi gumena. Ji 15’ê Nîsanê ve, ji ber vîrûsê 4 endamên me jiyana xwe ji dest dan. Navê Karkerên jiyana xwe ji dest dane wihane; Endamê Sendîkaya Kar-Giştî Aydogan Adagomelî, endamê Sendîkaya Kar-Lastîk Ragip Çakar, endamê Sendîkaya Kar-Dev Yapi Hasan Oguz û Karkerê Sendîkaya Sîne-Sen Ahmet Servîdal. Bi belavbûna şewbê re di gelek fabrîqeyan de hilberandin rawestiya. Biştî 47 kargehan navber da xebatên xwe. Bi giştî 11 hezar û 79 karkeran jî navber dan xebata xwe. Hîna jî gelek kargeh vekirîne û karker neçarî xebatê tên kirin.”