Deynê Tirkiye yê derve 168,5 mîlyar dolar e 2020-04-17 13:23:15   ENQERE - Li gorî danayên Bankeya Navendî, stoka deynê Tirkiye yê derve yê Sibatê 122,5 mîlyar dolar bû. Stoka deynê derve herî kêm salek bi qewl jî 168,5 mîlyar dolar e.   Bankeya Navendî, îstatîstîkên deynê derve ya bi qewlê dema kurt a Sibata 2020’an aşkere kir. Li gorî danayan, stoka deynê derve ya bi qeylê kurt a ji dawiya meha Sîbatê dest pê kir, li gorî dawiya sala 2019’an ji sedî 0,9 kêm kir û bû 122.5 mîlyar dolar. Di vê demê de, stoka deynê derve ya qewlê kurt a jêderka bankayan, ji sedî 1.6 zêdebû û derket 57,1 mîlyar dolar. Stoka deynê derve ya bi qewlê kurt a sektorên din jî, ji sedî 3,4 zêdebû û bû 57 mîlyar dolar.   Krediyên bi qewlê demkurt ên ku bankayan li derveyî welat bi kar anîn jî, li gorî dawiya 2019’an ji sedî 12,7 kêm bû û bû 6,8 mîlyar dolar.   JI SEDÎ 48 DEYNÊ HEYÎ DOLARE   Ji dawiya Sibata 2020’an ve deynê derveyî welat tên kirin dowîzîn û ji sedî 48,8 deynê heyî dolare, ji sedî 29,6 euro ye, ji sedî 14,1 TL ye û ji sedî 7,5 jî dowîzên din in. Li gorî deynên heyî, di nava stokên giştî de, ji sedî 21,1 yê sektorên cemaweriye, ji sedî 5 ê Bankeya Navendiye û ji sedî 73,9 jî yê sektorên taybetin. Bi giştî deynê Tirkiyeyê yê heye 168,5 mîlyar dolare.