'Heta em li karê xwe vegerin dê çalakî bidome' 2020-04-17 13:55:16   MÊRDÎN - 118 karkerên rêya trênê ya Fabrîqeya Etî Bakir a aydî Holdînga Cengîz ya li Şemxerê ku li dijî şertên kar dest ji kar berdan, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.    Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdinê, karkerên rêya trênê ya Fabrîqeya Etî Bakir a aydî Holdînga Cengîz, yên di navbera rêya Mêrdîn û Amedê de kar dikin, bi boneya şert û mercên kar bêne rastkirin û daxwazên wan pêk bê dest bi çalakiyê kirin. Karkeran piştî çalakî li dar xistin, ji kar hatin avêtin. Rêveberiya fabrîqeyê bi hinceta çalakiyê 118 karkerên fabrîqê nexistin hundir û ji kar avêtin. Karkerên ku li pêş fabîqeyê çalakiya xwe bedewam dikin, daxuyanî dan û diyar kirin ku heta mafê xwe bi dest bixin û li karê xwe vegerin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Piştî karkeran dest bi çalakiyê kirin, Polîsan bi TOMA karker dorpêç kirin û gef li karkeran xwarin.    Karker Mehmet Şah Korkmaz, anî ziman ku patron wan 14 saetan dide xebitandin û ew dixwazin ku şert û mercên kar bêne başkirin. Korkmaz, anî ziman ku ew di fabriqê de xistine karantînayê û wiha got: "Em dixwazin tedbîrên cuda bêne girtin. Em dixwazin daxwazên me pêk bînin. Heta em li karê xwe vegerin û daxwazên me pêk bê emê çalakiya xwe berdewam bikin."