ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn 2020-04-24 15:04:48   STENBOL – Paltforma Şaxên Sendîkayên Karkeran ên Stenbolê, xwest ku 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn û destnîşan kir ku dê 1’ê Gulanê li hemû kargehên ku lê bi rêxistinkirîne pîroz bikin.   Paltforma Şaxên Sendîkayên Karkeran ên Stenbolê, (ÎÎSŞP), bernameya xwe 1’ê Gulanê aşkera kir. Berdevkê ÎÎSŞP’ê Sînan Cevîz, li ser medya civakê daxuyanî da û diyar kir ku hema bibêje li tevahiya kargehên Stenbolê weqayên vîrûsê hene û ji ber vê yeke daxwaza wan lezgîn a 1’ê Gulanê “Em nexwazin bimirin” e.   LI HER DERÎ PÎROZBAHÎ   Cevîz, destnîşan kir ku divê li kargehên ku weqa li wan heye bi giştî test bên kirin û destûra bi pere ji karkeran re bê dayîn. Cevîz, da zanîn ku ji niha ve ji bo 1’ê Gulanê qedexeya derketina derve tê nîqaşkirin û ev tişt got: “Em naxwazin peyvên 1’ê Gulanê û qedexe bi hev re bên bîranîn. Weke ku konfederasyonên me jî diyar kirine; divê pîrozkirinên li navendên bajaran û Taksîmê yên li gorî mesafeya fizîkî, ji aliyê rayedaran ve bi qedexeyê neyên bersivandin. Li Stenbolê weke platform daxwaza me ev e.”   WÊ LI ŞANEŞÎNAN SIRÛDÊN 1’Ê GULANÊ BÊN XWENDIN   Cevîz, bi lêv kir ku li hemû kargehên ku lê bi rêxistinkirîne 1’ê Gulanê pîroz bikin û ev tişt anî ziman: “Li gorî şertên kargehan emê çalakiyên mîna xwendina danezanê, hilgirtina dovîz, çepik xistin, rawestandina kar li dar bixin û daxwazên bînin ziman. Wê di saeteke diyarkirî de li şaneşînan sirûdên 1’ê Gulanê bên xwendin. Di van rojên zehmet wê piştevanî û yekitî me biparêze û em bang li konfedarasyonên xwe dikin ku çalakiyên hevpar li dar bixin.”