Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe? 2020-04-25 09:59:42   ENQERE – Li dijî bandora şewbê ya li ser aboriyê li dinyayê bi trîlyonan dolar tê belavkirin, li Tirkiyê jî krîza dovîzê pêk tê. Aborînasan diyar kir ku rêveberiya otoriter a Tirkiyê dibe sedema krîza dovîzê.   Vîrûsa koronayê (Covid-19) bandorek neyînî li ser aboriya dinyayê dike. Li gelek welatan belavbûna bi trîlyonan dolar pere pêk tê û ji ber vê yekê jî zêdebûna pere ango pêşketina aboriya pere di dîrokê de cara yekem e ewqas derdikeve vê astê. Li Tirkiyê jî nîqaşa xelaya dovîzê dibe mijar. Pisporên aboriyê bandora vîrûsa koronayê ya li ser aboriya Tirkiyê nirxandin.   ‘BAWERIYA AMERÎKA BI TIRKIYÊ NAYÊ’   Aborînas Mustafa Sonmez diyar kir ku li dinyayê pere zêde bûye lê li gel vê yekê jî di şertên heyî de ev pere nehatiye û got: “Hem ji ber rîska wê heye û hem jî ji ber pêşketinên polîtîk ji Amerîkayê dovîz nayê Tirkiyê. Amerîka bi rêbaza taqasê dolar dide hin welatan. Lê Amerîka dolaran nade Tirkiyê. Tirkiye dixwaze pereyê Amerîka û Tirkiyê were taqaskirin lê Amerîka vê taqasê erê nake. Çimkî Amerîka Tirkiyê hem bi rîskî dibîne û hem jî ji ber têkiliyên polîtîk ên dema derbasbûyî bi hêrs e.”   Sonmez da zanîn ku tenê rêyek li ber Tirkiyê heye ku xwe bixe bin deyn û heke deyn bike jî wê bi faîzek zêde re deyn bike. Sonmez got di navbera aboriya Tirkiya berê û aboriya Tirkiya niha de ferq heye.   REWŞÊ XERAB E   Profesorê aboriyê Azîz Konûkman jî diyar kir ku tengezariya dovîzê li Tirkiyê gelek cidî ye û got: “Li Tirkiyê di warê aboriyê de her tişt sekini ye. Serdemek tengezar li Tirkiyê diqewime. Bihayê dovîzê zêde dibe û nirxê pereyê tirk jî ketiye. Ev krîz ne nû ye. Beriya koronayê dovîz ji Tirkiyê derketibû. Divê mirov vê mijara aboriyê tenê bi şewbê re sînorkirî negire dest. Hêj wê demê Tirkiye prîma rîskê derketibû zîrveyê. Ji ber vê yekê Tirkiye wek welatê bi rîsk tê dîtin û kes naxwaze were vir. Li gorî daneyên dawî Tirkiye di warê aboriyê de wê hin bêtir li nava hev bikeve. Korona şeş mehan dewam bike, wê aboriya Tirkiyê ji sedî 20 biçûk bibe. Şewb salek dewam bike aboriya Tirkiyê wê ji sedî 38 biçûk bibe. Em li cihê ku gotin êdî nayê kirinê ne.”   ‘ABORÎ BI DÎKTATORIYÊ BIRÊVE NAÇE’   Aborînas Îbrah3im Okçûoglû jî destnîşan kir ku krîza dovîza diqewime bi şeklê rêveberiya Tirkiyê re eleqedar e û got: “Mirov dikare niha bêje krediya Tirkiyê li piyasaya dinyayê nîne. Heye lê pir tiştek hindik e. Bi taybetî rêveberina welat a ji aliyê kesekî ve Tirkiyê ji pozîsyona dikaribe razemeniyê bike dûr kir. Ji ber vê yekê jî pereyê germ zeft nake û niha herikîna pereyê germ a ji bo Tirkiyê hatiye birîn. Tirkiye dixwaze bi Bankeya Navendî ya Amerîkayê re peyman çeke. Lê niha hinek zor e. Ji ber ku li Tirkiyê bi terzek demokratîk a birêvebirina aboriyê nîne, îştîhaya sermayaya kurewî direvîne. Dema dîktatorî di yek destî de be hevsengiya aboriyê jî xera dibe û aborî têk diçe. Çimkî mirov îro nikare aboriya Tirkiyê tenê bi hundirê Tirkiyê ve girê bide. Neçarin bi aboriyên cîhanê re têkiliya aborî were danîn. Dibe ku hûn îro welat bi dîktatoriyê birêve bibin, lê hûn nikarin aboriyê bi dîktatoriyê birêve bibin. Heke ku hûn aboriyê bi dîktatoriyê birêve bibin, hûn neçarin van encamên nebaş jî hildin ser milê xwe.”   MA / Selman Guzelyuz