Di pêvajoya qarantînayê de çekirina avahiyên qaçax zêde bûye 2020-04-27 14:16:24   AMED –Şaxa ÎMO’yê, diyar kir ku di pêvajoya qarantînayê de lêkirina avahiyên qaçax zêde bûye û bang li saziyên cemaweriyê kir ku pêşî avakirina avahiyên qaçax bigirin.   Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyan (ÎMO) ya Amedê, têkildarî zêdebûna lêkirina avahiyên qaçax ên di pêvajoya qarantînaya vîrûsa koronayê de daxuyaniyeke nivîskî da. ÎMOyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji ber biryarên ku ji bo tenduristiya civakê hatine girtin, di qadê valahî çêbûye û di encama vê yekê de lêkirina avahiyên qaçax zêde bûye. ÎMO’yê di serî rêveberiya herêmî bang li saziyên cemaweriyê kir ku pêşî li lêkirina avahiyên qaçax bigirin.