Endamên mafya li Kazakistanê gefa mirinê li karkerên Tirkiyeyê xwarin 2020-05-09 14:32:16   ENQERE - Karkerên ku ji bo kar ji Tirkiyeyê çûn Kazakistanê rastî gefa mirinê hatin. Ji 18 karkerên mermerê Sabît Oztemel, anî ziman ku bi qaçaxî hatin xebitandin mafê wan nedan wan û wiha got: "Endamên mafya û karsazan gefa mirinê li me xwarin."    18 karkerên mermer ên ji Tirkiyeyê çûn paytextê Kazakîstanê Astana û li di înşaeta Salona  Şano ya Nu Sultanê de kar kirin rastî gefa mirinê hatin. Karkeran anîn ziman ku 3 mehin heqê keda xwe nastînin. Karkeran diyar kirin ku duh endamên mafya bi ser malên wan de girtin û gefa mirinê li wan xwar. Ji karkeran Sabit Oztemel, anî ziman ku 3 mehin li Astanayê nikarkin heqê xwe bistînin û bi qaçaxî wan  didin xebitandin û wiha got: "Fîrmaya înşaetê ya Emîr a di bin baneyê Mabetexê de kar dike em anîn vir. Soza vîzeya kar da me. Lê li gel vê yekê me bi qaçaxî didin xebitandin. Me ji bo xebatê her saetê 10 dolar li hev kir. Lê dema em çûn Astaneyê gotin yê pispor dê 8 dolaran bidin. Piştre jî gotin dê 6 dolaran bidin wan. Dema karker heqê xwe dixwazin Xwediyê Înşaeta Emir, Îdris Kaşikçi û hevjîna wî gefa mirinê li wan xwariye. Me serî li sefaretxaneya Tirk dan. Em hevî dikin ku hestiyar tev bigerin.